Hevşaredar Sara Kaya nehat berdan 2017-10-06 11:02:10   MÊRDÎN - Rûniştina 1'emîn a doza  derbarê hevşaredarên Nisebînê Sara Kaya û Cengîz Kok de ku nêzî 10 meh berê hatibû vekirin de biryara berdanê derneket.   Yekemîn rûniştina doza Hevşaredarên Nisebînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku li navçe Nisebînê ya Mêrdînê di 13'ê meha Çileyê de di encama serdegirtina malan de hatibûn girtin hat dîtin. Di runiştina yekemîn de xizm û parêzerên hevşedaran amade bûn. Hevşedar bi hincete "Perçekirina yekîtiya dewletê" li 4'emîn dadgeha cezayê giran tên darizandin. Sara Kaya û Cengîz Kok ji girtîgehan bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dozê bûn.   Hevşaredaran sûcdariyên ku der barê van de hatine kirin red kirin. Runiştinê bi parastina parêzeran berdewam kir.   Heyeta dadgehê piştî ku navber da, biryara berdewama girtina hevşaredaran da û doz taloqî 14'ê kanûnê hat kirin.