Derbarê akademîsyenên aştîxwaz de doz hat vekirin 2017-10-05 12:45:04   STENBOL - Derbarê akademîsyên ku gotin em nabin hevkarên vî sûcî û 'Belavoka Aştiyê' îmzekirin de bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê kirine' doz hat vekirin.   Derbarê akademîsyenên ku xwestin qedexeya derketina kolanan bê rakirin, şer bê rawestandin û aştî ji nû ve pêk bê de bi îdiyaya 'propagandaya rêxistinê kirine'  doz hat vekriin. Lê ji ku doz cuda cuda hatin vekirin nehat zanîn ku derbarê çend akademîsyenan de doz hatiye vekriin. Piştî belavoka di 11'ê çileya 2016'an de ku bi sernavê 'Em nabin hevkarên vî sûcî' hat weşandin, akademîsyenên ku ji aliyê serokomar Erdogan û rayedarên hikûmetê  ve hedef hatin nîşandan derbarê wan de doz hat vekriin û hinek ji wan jî bi KHK'yan ji kar hatin îxrackirin.   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî di meha çileya 2016'an de derbarê hezar û 228 akademîsyenên ku belavok îmze kiribûn de lêpirsîn dabû destpêkirin.   Li gorî nûçeya Rojnameya Evrenselê  îdanameya ku hatiye amadekirin hemû îmzekaran digire nav xwe. Piştî ku îdianame bê qebûlkirin wê akademîsyen bi cezayê ku ji 5 salan dest pê dike û heta 640 salî derdikeve bên darizandin.   Daneşîna doza îdianameya ku ji Aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin wê 26'ê kanûnê de bê dîtin.