Ji bo daxwaza dermankirina Rozerînê bersiv tine 2017-10-05 09:12:11   MÊRDÎN- Rozerîn Kalkan a li Şaxa TEM a Mêrdînê rastî şîdeta zayendî hat û pişt re hat girtin, ev salek û nîve nayê dermankirin. Rozerîn ku êşa mîdeyê dikişîne, milê wê yê rastê ji sedî 40 têk çûye û divê bê emelyatkirin.   Rozerîn Kalkan di 11’ê Tebaxa sala 2016’an de li Mêrdînê hat binçavkirin û 9 rojan li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya li Midûriyeta Emniyeta Mêrdînê rastî îşkenceya zayendî hat û piştî hat girtin şûnde 11 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê di hucreyê de ma.Sala borî di meha Tîrmehê de daxwaza sewqkirinê ya Rozerînê hat qebûlkirin û şandin girtîgeha Şakran a Îzmîrê.  Rozerîna ku 11 mehan di hucreyê de ma nebirin nexweşxaneyê û nehat dermankirin.   Tevî nerehetiyên wê nayê dermankirin   Rozerîna ku bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ hat girtin, bi îşkenceyê îfade pê hat îmzekirin û dema hat binçavkirin jî ji bo rapora nexweşxaneyê jî nebirin doktor.  Rozerîn ku her tim êşa mîdeyê dikişîne û ji sedî 40 milê wê yê rastê têk çûye divê bê amalyetkirin. Tevî ku Rozerînê gelek caran daxwazname jî nivîsî bersiva wê nehatiye dayîn.   Ligel vê Rozerînê tevlîbûna ji ser SEGBÎS’ê ya li dadgehê qebûl nekir û daxwaz dike ku bixwe tevlî bibe.    7’emîn runiştina Rozerînê di 21’ê Qanûnê de tê dîtin.