Doza êrîşa li ser cenazeyê Hatûn Tûgluk di 6’ê Cotmehê de ye 2017-10-03 16:12:56   ENQERE- Rûniştina yekem a doza ku derbarê êrîşa faşîst û nîjadperest ku li cenazeyê dayika alîkara Hevseroka Giştî ya Aysel Tuglûk hatibû kirin ew ê di 6’ê Cotmehê de bê dîtin. Derbarê bersûcan de 10 sal ceza tê xwestin.   Derbarê êrîşa faşîşt a ku li dayika Alîkara Hevseroka Giştî Aysel Tuglûk a ku a niha di girtîgehê de ye, hatibû kirin doz hat vekirin. Rûniştina yekem a dozê dê  6’ê Cotmehê roja Înê saet di 09.30 de li Dadgeha Hiqûqa Cezaya Asliye ya Golbaşê bê dîtin.      Tê hêvîkirin ku Aysel Tugluk dê ji Girtîgeha Qandirayê wekî maxdûr bi rêya SEGBİS’ê beşdarî rûniştinê bibe.   Wêneyê bi Suleyman Soylû re   Derbarê 10 kesên ku piştî êrîşan hatibûn binçavkirin de biryara neşopandinê hatibû dayin û serbest hatibûn berdan. Bersûcê girtî  Mûrat Alp li qerokalê bi Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû re wêne kişandibû û di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kiribû.