Îdianameya hevşaredara Hezexê Nevînê radestî dozger hat kirin 2017-10-03 09:24:44   AMED- Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun ku ev salek e girtî ye, îdianameya derbarê wê de hat amadekirin ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ku  der barê 16 kesên di dosyayê de ne têkilî derneketine holê, radestî dozgeriyê hat kirin.   Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun di 15’ê Tebaxa 2016’an de di serdegirtina mala wê de hat binçavirin. Piştî binçavkirina 9 rojan şûn de li Şirnexê derxistin dadgeha nobedar û bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ û ‘endama rêxistinê ye’ hat girtin.  Hinceta girtina Nevînê jî hatibû îdiakirin ku li ser wê îfadeya şahidê veşartî heye.   Di nava delîlên girtinên Nevînê de hat gotin ku Nevînê bi gelê Hezexê re çalakiya protestokirina qedexeya derketina derve ya Cizîrê pêk aniye û têgeha ‘rêveberiyên xweser’ jî cih girt.  Di serdegirtina mala Nevînê de nîşeyên  nûçeyên di ajandayekê de  jî hatin desteserkirin û ev jî di dosyaya lêpirsînê ya Nevînê de cih digire.   Îdianame radestî dozgeriyê hat kirin    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Hezexê meşandiye de derbarê Nevîn û 16 kesên din de îdianame hat amadekirin û pêşkêşî dadgehê hat kirin.  Dadgeha îdianame lêkolîn kir  bi hinceta din av 16 kesan de têkiliyên fîlî û hiqûqî derneketine holê radestî dozgeriyê hat kirin.  Derbarê 16 kesan de wê cuda cuda îdianame bê amadekirin.