Heyeta dadgehê daxwaza rapora tenduristiyê ya jinê red kir 2017-09-29 13:34:45   STENBOL - Di daneşîna doza mêrê bi navê Dursun A. ku li dijî jinekê li Taksîmê êrîşa zayendî pêk anîn û ya Enqîn K. yê ku jinek derb kir de heyeta dadgehê daxwaza rapora tenduristiyê ya jinê red kir.    Daneşîna doza Dursûn A. yê ku di berî bi 8 mehan li dijî jina bi navê F.H.E. êrîşîa zayendî pêk anîn û yê bi navê Enqîn K. ku jina bi navê E.Y. derb kir ku jê girtî tên darizandin li Dadgeha Ceyayê Giran a Stenbolê hat  dîtin. Li daneşîna ku Dursun A. lê Amade bû jina bi navê F.H.E. jî bi parêzerê xwe re tevli bû.   Di di destpêa daneşînê de parêzerê F.H.E. mafê axafitnê girt û wiha got: "Ez bawer im ku derûniya muwekîla min xira bûye. Ji ber vê ez dixwazim ku sewkî Saziya Tipa Edlî bê kirin û derbarê wê de rapor bê dayîn. Her wiha ez ji bo bersûcê din Ridvan jî dixwazim ku derbarê wî de lêkolîna pêwist bê kirin." Parêzerê Dursun A. jî wiha got: "îfadeya kesa gilîdar bi nakok e û ez dixwazim ku muwekîlê mîn negirtî bê darizandin."   Heyeta dadgehê daxwaza rapora tendirûstiyê ya ji bo F.H.E. de red kir, ji bo bersuc Ridvan jî ji bo ku derbarê wî de lêkolîn bê kirin ji dozgeriyê re nivîs şandi, derbarê Dursun A. de jî biryara ku rewşa wî ya girtî bê berdewamkirin da û doz taloq kir.   Parêzerê F.H.E. jî bertek nîşanî redkirina daxwaza raporê da û wih got: "Ev rapor ji bo ku cezayê bersûc giran bike pêwist e. Lê dadgehê ev daxwaza me red kir. Ji bo kesê sêyemîn jî ti lêpirsîn heta niha nehatiye kirin.