Cezayê Julîde Kural hat erêkirin 2017-09-27 14:13:56   STENBOL - Cezayê lîstikvan Julide Kural a ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê tevlî li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya  Ozgur Gundemê bû hat erêkirin.    Kesên ku beşdarî Nobeta Gerînengeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gunemê ya bi KHK'ê hat girtin bûn, yek bi yek rastî ceza tên. Lîstikvan Julide Kural ku tevlî li nobetê bûbû û rastî cezayê salek û 3 meh girtîgehê û 6 hezar TL cezayê pereyan hat, cezayê wê hat erêkirin. Daîreya Ceza ya 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê cezayê Julîde Kural erê kir.    22'emîn Dadgeha Ceza ya Stenbolê bi îdîaya “daxuyaniyên rêxistinê aşkere kiriye û weşandiye" û “propagandayê rêxistinê kiriye" li Julîde Kural 6 hezar TL cezayên pereyan û salek û 3 meh cezayê girtîgehê dabû. Dadgehê ceza erê kir û 2 sal taloq kir.