Li gorî dozger raporkirina îşkenceyê ‘neteweperestiya Kurd e’ 2017-09-26 09:09:13   Safiye Alagaş   AMED - Aktîvîsta TJA û Meşa Jinan a Cîhanê Ayşe Gokkan  ku di çarçoveya lêpirsîna dozger da destpêkirin de hat binçavkirin û girtin de dozer îdianame amade kir û  di raporê de hat îdiakirin ku Ayşe li navçeya Nisêbînê li gundê Xeraba Bava û Talate îşkenceya li gundiyan hatiye kirin, kiriye rapor û ‘neteperestiya Kurd e.’   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê meşandiye de di 14’ê Hezîranê de li gelek bajaran rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK’ê hatin binçavkirin.  Di nav de aktîvîsta TJA û Meşa Jinan a Cîhanê Ayşe Gokkan jî hebû. Îdianameya Ayşeyê hat amadekirin. Di îdianameya serdozgeriya Amedê amade kiriye de faliyetên Ayşeyê di Meclîsa Daîmî ya KCD’ê de, Komîsyona Jinan de, kordînasyona KCD’ê de meşandiye civÎn û axaftinên wê sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de hat gotin ku tevlî 10 civînên KCD’ê bûye û di 15 civînan de jî navê wê der bas bûye û axaftinên wê sûc hatin hesibandin.    Dema şaredara Nisêbînê bûye jî di 24’ê Gulana 2013’an de bi rêveberê DBP’ê Ramazan Ozbek re axiviye û ev di îdianameyê de cih girtiye. Li gorî vê kesê hember Ayşeyê dixqwaze ekîbek tenduristiyê derbasî Rojava bibe û Ayşe jî dibê divê ekîb bi qeymeqamtiyê re hevdîtinê bike. Di dozgeriyê ev sûc hesiband.   Xwedîderketina li Rojava sûc hat hesibandin   Ligel vê di 26’ê îlona 2013’an de peyameke ji Navenda Giştî ya  DBP’ê hatiye telefona Ayşeyê û dozgeriyê ev peyama hatiye şandin wekê ku bi armanca Ayşe tevlî çalakiyê bibe hatiye şandin. Dîsa di Tîrmeha 2013’an de hevdîtinên telefonê yên der barê dîwarê xeta sînorê Rojava û Nisêbînê de  û roportajên pê re hatine kirin jî sûc hatin hesibandin.   Di îdianameyê de hat daxuyandin ku Ayşe di 11’ê Mijdara sala 2010’an de bi armanca di runiştina siyasetmedarên Kurd de destur ji bo parastina Kurdî nehatiye dayîn, tevlî meşê bûye û di 17’ê Tebaxa 2016’an de jî di çarçoveya kampanyaya ‘Ez xwedî li rêberî, axa xwe û azadiya xwe derdikevin’ ya li Sumerparkê tevlî daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê bûye sûc hat hesibandin. Ligel vê ji gelek axaftin û tevlîbûna civîn û daxuyaniyan hat sûcdarkirin.   Ligel vê gelek faliyetên dema Ayşe şaredara Nisêbînê bû û hatiye meşandin jî sûc hatin hesibandin. Ayşe bi îdiaya ‘endama rêxistinê’ ji 7 salan heta 15 salan û ji ‘propagandaya rêxistinê jî’ ji 6 mehan heta 2 salan ceza jê re tê xwestin. Runiştina dozê di mehên pêş de tê dîtin.