Esasgirtina fikrên Abdullah Ocalan li dij azadiya îfadeyê ye ye! 2017-09-25 09:01:25 AMED-  Biryara hincetê ya 7 sal û 6 meh cezayê girtîgeyê yê li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrelê hatiye birîn, hat aşkerakirin. Dadgehê îdia kir ku , Çaglara ku di axaftinên xwe de ‘îfadeya serok’ bikaraniye, fikrên Abdullah Ocalan esas girtiye û ev jî nakeve azadiya fikr û ramanê.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel ku girtî dihat darizandin di 14’ê Tîrmehê de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di runiştina sêyemîn de beyî îfada wê bê girtin bi îdiaya endama rêxistinê 7 sal û 6 meh ceza dabûnê. Parêzerên çaglarê  diyar kirin ku destnedana wê ya qanûnî ya muvekîla wê li gorÎ 83’emîn xala Destura Bingehîn ji aliyê TBMM’ê ve nehatiye rakirin. Li dijî vê heyeta dadgehê îfadeyên parêzeran wek îdia nirxand û girt dosyayê.   Daxwaza tevlîbûna runiştinê hat redkirin   Parêzerên Çaglarê diyar kirin ku Çaglar tevlî runiştinê nekirine û mafê darizandina adîlane hatiye binpêkirin. Dadgehê diyar kir ku Çaglar di runiştina 13’ê Qanûnê de anîne runiştinê û lêpirsîna wê bi awayekî berfireh hatiye kirin û wek hincet jî got di runiştina sêyemîn de bi pergala SEGBÎS’ê parastina wê hatiye girtin. Parêzeran got divê Çaglar ne li ser SEGBÎS’ê, raste rast bînin runiştinê û dadgehê jî di biryara xwe ya hincetê de ev red kir.   Axaftin ne azadiya fikr û ramanê ye   Dadgehê axaftinên Çaglarê yên 9 daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û gotara muzîkê jî nirxand û destnîşan kir ku di axaftinê xwe de ji bo endamên rêxistinê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane wek ‘şehîd’ xîtab kiriye û ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wek ‘serok’ behs dkiriye. Dadgehê got girseyê jî xîtaba Çaglarê baldar girtiye û ji ber vê jî axaftinên wê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de nekare bê qebûlkirin. Dadgehê bi sûcdariyên  ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal ceza dayê.  Piştre dadgehê ceza derxist 9 salan û piştre rewşa baş li ber çavan girt û 7 sal û 6 meh ceza dan.