Berna Çelîk tehliye bû 2025-01-23 13:00:39       ÎZMÎR – Hevseroka berê ya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê Berna Çelîk di duyemîn danişîna dozê de hat berdan.   Duyemîn danişîna doza Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ji ber îfadeya şahidên vekirî Bûse Aslan û şahidê veşartî Dokuz tê darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Malbata Berna Çelîk, xizm, parêzer û endamên partiyê beşdarî danişînê bûn. Berna Çelîk ji Girtîgeha Jinan a Şakranê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû.   Di doza ku ewil danişîna wê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliyê hat dîtin û piştre bi dosyayeke din a ku li Amedê der barê Berna Çelîk de hat vekirin de Berna Çelîk anî ziman ku wê parastina ku di danişîna ewil de kirî dubare kir. Berna Çelîk, diyar kir ku xebatên partiyê yên wê xebatên demokratîk in û hewldanên krîmînalîzekirina xebatên wê û HDP'ê hene û got, “Ez siyasetê dikim û ji bo demokrasiyê têdikoşim. Ez sûcdariyên ku li min tên kirin qebûl nakim. Ez daxwaza berdana xwe û beraetê dikim."   Piştre parêzerên Berna Çelîk parastin kirin. Piştî parastinan dozger xwest ku şahidên eşkere û veşartî yên di dosyayê de cih digirin bên guhdarîkirin û Berna Çelîk jî berdewam bike. Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da ku di danişîna pêş de, li şahidê veşartî Dokuz bê guhdarkirin û biryara tehliyeya Berna Çelîk da.   Rûniştina din taloqî 6'ê Gulanê hat kirin.