2'emîn danişîna Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin 2025-01-20 14:39:19     QERS - Bi hinceta li Qersê tevli “Meşa Azadiyê ya Mezin” bûne, der heqê 29 kesan de doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozê hate taloqkirin.    Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di navbera 1-15’ê Sibata 2024’an de “Meşa Azadiyê ya Mezin” hat lidarxistin. Bi sedema ku tev li baskê meşê ya Qersê bûne, der heqê 29 kesan de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Qersê hat lidarxistin. Hinek siyasetmedar û parêzer Sertaç Çelîkalelî û Mehmet Alaca di danişînê de amade bûn.    'WALÎ BI SER DESTÛRA BINGEHÎN RE NÎNE’   Mahmût Taniş ku ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, wiha got: “Çawa mafê AKP-MHP’ê û partiyên din hebe ku ji Destûra Bingehîn sûd bigirin, mafê DEM Partiyê jî ewqas heye. Walî bi ser Destûra Bingehîn re nîne.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş jî diyar kir ku di tevahiya meşê de polîsan tu hişyarî nekirine û meş bi aştiyane bi dawî bûye. Parêzeran jî xwestin dîmenên kamerayan bên lêkolînkirin.    Dadgehê danişîna dozê taloqî 27’ê Adarê kir.