Doza H.K.G hat taloqkirin 2024-06-10 14:15:25     STENBOL - Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaata Îsmailaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî ya bi navê H.K.G bi muridê xwe Kadir Îstekli zewicandibû. Doza têkildarî vê mijarê ya ji nû de hat dîtin hat taloqkirin.    Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaata Îsmailaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî ya bi navê H.K.G bi mehra olî, bi muridê xwe Kadir Îstekli zewicandibû. Cezayê ku ji bo sûcdaran hatibû dayin li ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hatibû xirakirin. Pişt re rûniştina 2'yem li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.    Doz bi biryara dewamkirina girtina bersûcan taloqî 16'ê Tîrmehê hat kirin.