Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê birîn 2024-05-09 12:26:15     STENBOL - Danişîna biryarê ya doza xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hate lidarxistin. Dadgehê cezayê girtîgehê da 5 rojnamegeran.    Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê 6 rojnameger û belavkarekî rojnameyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ku rojnameger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “kîn û nefret di nava gel de belav kirine” û “pesnê sûc û sûcdar daye” tên tawanbarkirin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di dozê de amade bûn.    Şandeya dadgehê ji bo xebatkara rojnameyê Mizgîn Fendîk biryara beraetê da û dosyaya Pinar Tarlak jî bi sedema ku dosyayeke wê ya cuda didome, dosyaya wê hate cudakirin.    Ceza birîn   Şandeya dadgehê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Alî Çelebî. Bi heman hincetê li rojnameger Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Urun jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê da.    Di heman demê de qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.