Ji bo gumanbarê ku Arzu qetil kir hinceta ‘helwesta rêzdar’ 2023-11-27 09:04:22     Şehrîban Aslan   RIHA - Ji bo gumanbar Mahmut Elen ku Arzu Elen qetil kir, ceza hat kêmkirin û di biryara hincetê de hat gotin ku helwesta rêzdar ya gumanbar a li hemberî dadgehê li ber çavan hatiye girtin û ceza ji ber vê hatiye kêmkirin.   Li Curnê Reş yê Rihayê di 4’ê îlona 2022’an de Mahmet Elen, jina pê re zewicandî Arzu Elen qetil kir. Biryara runiştina doza gumanbar Mahmut Elen di 11’ê cotmehê de li 11’emîn Dadgeha Ceza Giran a Sêwêregê hat dîtin. Heyeta dadgehê 18 sal ceza da gumanbar. Dadgehê ji ‘rewşa baş’ ceza daxist 15 salan.   Dadgehê hinceta cezayê wek xelat aşkera kir. Di biryarê de hat gotin ku gumanbar ji bo qetiklirina Arzuyê çûye Semsurê lê dest jê berdaye û bi hêrseke qetil kiribe jî ev plankirî nekiriye. Her wiha di biryarê de hinceta daxistina ceza jî hat aşkerakirin û hat gotin ku  helwesta rêzdar ya gumanbar a li hemberî dadgehê li ber çavan hatiye girtin û ceza hatiye kêmkirin.   Parêzera Komeleya Ewil Jin û Zarok Serenay Yaman der barê biryarê de axivî û da zanîn ku gumanbar di nava pêvajoyê de îfadeyên xwe guhertine û îdia kir ku ji bo hevjîna xwe bikuje çûye Semsurê lê li wir li hev hatine, ji bo maktule bikuje neaniye gund û piştî hatine gund maktulê heqeret lê kiriye. Serenayê wiha vegot: “Gumanbar îdia kir ku li ser van heqeretan maktul kuştiye. Gumanbar piştre jî di îfadeyên xwe de guhertin kiriye û xwest ji hukmên tahrîka bêmaf sûdê bigire.”   ‘Gumanbar bi dehan carî pergala dadgehê xera kiriye’   Serenayê da zanîn ku tevî ku delîlên der barê ku gumanbar plankirî Arzu qetil kiriye di dosyayê de hebûn jî dadgeha herêmî, parastina gumanbar ya ‘ji nişkave biryara qetilkirinê daye’ qebûl kiriye. Serenayê wiha domand: “Dadgeha herêmî der barê îspatê ji gumanbar girtiye û li jina hatiye qetilkirin bar kiriye. Dadgeha herêmî helwesta gumanbar wek ‘rêzdare’ nişanda û daxistina rewşa baş pêk anî. Gumanbarê ku behsa helwesta wî ya rêzdar tê kirin di runiştinan de gelek caran pergala dadgehê xera kiriye. Tevî vê helwesta wî wekî ‘rêzdar e’ hatiye nirxandin.”   ‘Ceza gumanbaran islah nake’   Serenayê di berdewamiyê de wiha got: “Di dosyayên qetilkirina jinan de divê daxistina ‘rewşa baş’, ‘tahrîka bêmaf’ ne mijara gotinê be. Jinên tên qetilkirin ji ber sedemên zayenda civakî tên qetiklirin. Mêrên ku jinan qetil dikin wekê ku ew mexdurin tevdigerin û çîrokên xwe vedibêjin. Lê cezayên tên dayîn gumanbaran islah nake. Berovajî vê dibe serdema zêdetir qetilkirina jinan. Em ê şoşdarê dozê hemû jinên hatine qetilkirin bin. Ji bo gumanbar cezayê heq dikin bigirin em ê têbikoşin.”