Hiqûqnasan bal kişandin ser tecrîda Îmraliyê 2023-09-04 16:40:41     ÎZMÎR - Hiqûqnasan li Îzmîrê bi wesîleya vekirina sala edlî di daxuyaniya xwe de der barê tecrîda li Îmraliyê de gotin, "24 sal in li dijî jiyana mirovan sîstemek hatiye avakirin."   Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hiqûqnasên Edaletê têkildarî sala nû ya edlî li Îzmîrê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek parêzer bi kincên xwe yên parêzertiyê tevli  bûn de pankarta "Li vir edalet tune ye" hat hilgirtin û dirûşma "Parastin bêdeng nabe, wê bêdeng nebe" hat berzkirin.   Li ser navê saziyan Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk daxuyaniya hevpar xwedn û diyar kir ku edaleta ji ku ji dîroka mirovahiyê ve pêdivî pê heye îro bi mûmê lê tê gerîn û got, “Îsal jî ji ber ku jin, kedkar. LGBTI, penaber û Kurd di bin zextan de hatin hiştin û îstîsmar û îşkenceya hat kirin sala edlî di bin qîrîna daxwaza edaletê de hat vekirin.”   Kiryar parastin   Şukranê li ser tundî û mirina ji ber binpêkirina mafan axivî û got, “Dewleta ku ji bo azadiya civîn û xwepêşandanan asteng bike û daxwazên çîna karker û bindestan bifetisîne hatiye organîzekirin, nikare pêşî li kuştina 177 jinan bigire. Di 5 salên dawî de ji bilî sala 2023’an 10 hezar û 99 karkeran di kuştinên li ser kar de jiyana xwe ji dest dan. Di nava 15 salên dawî de li bajarên Kurdan di encama 82 qezayên wesayîtên zirxî û wesayîtên di bin kontrola hêzên dewletê de 44 welatiyên ku 21 ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û 94 welatiyên ku 23 jê zarok bûn birîndar bûne."   Tecrîd hat bibîrxistin   Şukranê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Pergala tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye didome û hevdîtina wê yabi parêzer û malbatê ji 15’ê Sibata 1999 ve didome û 24 sal li dû xwe hiştiye. Di nava van 24 salan de bi tecrîdê re pegaleke berevajî jiyana mirovan hatiye avakirin. Rojnameger Merdan Yanardag tenê ji ber ku got 'tecrîd ne rewa ye',  bi fermana desthilatdariya siyasî hat girtin û şandin girtîgehê. Di sala nû ya edlî de em ê di şexsê parêzer Tahîr Elçî û parêzer Ebrû Tîmtîk ên di têkoşîna edaletê de jiyana xwe ji dest dane, dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Em ku bawer dikin ku edaleta rasteqîn wê bi cîhanek bê çîn, bêsînor û bê îstîsmar pêk were, dixwazin vê yekê bînin ziman û dibêjin; qral tazî ye.”