Ji bo Eren Keskîn ceza hat xwestin 2023-02-23 14:01:09     ÎZMÎR - Derbarê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn de bi iddiaya "Hedefgirtina kesên di peywira têkoşîna terorê de cihê xwe girtine" ceza hat xwestin.   Derbarê bavê Denîz Poyraz a di encama êrişa çekdarî ya Onûr Gencer a li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 17’ê hezîrana 2021’ê de hate qetilkirin, Abdulîllah Poyraz de ji ber hevpeyvîna dabû Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û ji vê dozê berat kir. Derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê doza hatiye vekirin dabû û lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Danişîna ewil a doza ji ber parvekirinê derbarê Eren de hate vekirin li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate dîtin. Eren a bi sûcên “Heqaret li peywirdarên cemaweriyê kiriye” û “Hedefgirtina kesên di peywira têkoşîna terorê de cihê xwe girtine” tê darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    'Li Ocaxên Ulkuyê êriş hat plankirin'   Eren Keskîn a piştî tespîta nasnameyê parastina xwe kir bertek nîşanî îdiaya “Daxwaza wan heye ku têkiliya FETO/PDY’yê ya bi bûyera qetilkirina Denîz Poyraz lêkolîn bikin” a di îdianameyê de cih digire da. Eren da zanîn ku FETO/PDY rêxistineke ku bi kêrî dewletê tê û dikare bi her cure sûcan sûcdar bike û wiha got: “Lê em difikirin ku têkiliya vî kesî bi rêxistinên din re heye. Mesela, ez difikirim ku têkiliya vî kesî bi Ocaxên Ulkuyan re heye û ev êrîş li vir hatiye plankirin. Derbarê sûîqesteke ewçend girîng a siyasî de, ev kes rojekê di binê çavan de hat ragirtin û têkildarî êrîşeke organîzeyî, tu lêpirsîn nehate kirin.”   Erenê her wiha destnîşan kir ku wê dozger hedef nîşan nedaye û weke parêzer ew baş dizane ku ev tê çi wateyê û bi lêv kir ku tenê rexneyeke hiqûqî kiriye.   Parêzerên Erenê Jiyan Tosun û Jiyan Kaya parastin kirin û berata wê xwestin.    Ji bo Eren Keskîn ceza hat xwestin   Dozger têkildarî sûcê "Heqareta li dijî peywirdarên cemawerê" berata Erenê xwest û ji bo sûcê "Hedefgirtina kesên di peywira têkoşîna terorê de cihê xwe girtine" ceza ji bo Erenê xwest.    Erenê û parêzerên wê ji bo parastina xwe amade bikin dem xwestin.    Şandeya dadgehê daxwaza demê qebûl kir û doz taloqî 1'ê Hezîrana 2023'yan kir.