Ji bo Rojbîn Çetîn 15 sal ceza hat xwestin 2022-12-08 15:45:57   WAN – Di danişîna doza aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Sevîl Çetîn de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 15 sal ceza hat xwestin.    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêma Demokratîk a HDP'ê Rojbîn Çetîn bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, îro danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojbîn ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzer û malbat jî li salona danişînê amade bûn.    Rojbînê carekdin parastina xwe ya berê dubare kir.   Dozgerî ji bo Rojbîn Çetîn 15 sal ceza xwest. Ji bo nirxandinê şandeya dadgehê danişîn taloqê 24'ê çileya 2023'yan kin.