Danişîna doza cerdevanên tecawîzkar hat taloqkirin 2022-11-30 19:52:17     ŞIRNEX - Danîşîna 2'yemîn a  doza cerdevan Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz ê ku tecawizî S.A. ya 17 salî kiribûn li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin. Di danîşînê de êrişa zayendî wek senaryo hat dîtin û faîlan xwe bi cerdevantiyê parastin.   Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevan Samî Yildiz ku bi awayekî sîstematîk tecawizî zaroka 17 salî ya bi navê S.A. ku bi dêmariya xwe re dijiya kiribûn. Tecawiz pîştî ku  di 27'ê mijdara 2021'ê de zarokê ji xizmekî xwe re vegotibû derketibû holê. Piştî vegotina zarokê û giliyê hat kirin, di 19'ê adarê de cerdevan Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz û demariya zarokê Berîvan Aydemîr hatibûn girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Danîşîna dûyemîn a dozê îro li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin.   Li daneşînê Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz û Berîvan Aydemîr ku li girtîgeha Şirnexê a Tîpa T girtî ne amade bûn.   10 şahîd hatin guhdar kirin   Danîşîn bi guhdar kirina şahîdên bûyerê ve hate destpê kirin.  Şahîdên ku axivîn diyar kirin ku derbarê bûyerê de tu agahîya wan nîne û tiştek nebîhîstine. Bêdengiya şahîdan a derbarê bûyerê de bal kişand.   Yek ji şahîdên bûyerê Enver Yildiz a ku xalê Samî Yildizê îdîayên li ser faîlan înkar kir. Parezêrê S.A Hidir Tong, piştî axatina Enver diyar kir ku têkîliyên wî bi jendirmayê bi xurt e û çend sal berê ji bûyerek bi vî şiklî li mala wan hatiye jiyîn. Dû re bi qeyda vîdeoyekê bûyer derketiye holê.   Ji bo guhertina îfadeyan gef li wan hatiye xwarin   Her wiha parêzer Hidir anî ziman ku ji bo guhertina îfadeyên şahîdan gef li wan hatiye xwarin û diyar kir ku ew ê derbarê vî mijarê de serlêdanê sûcê bikin.   Xwe bi karê cerdevantiyê parastin   Berîvan Aydemîr, sûcên li ser xwe qebûl nekir û diyar kir ku derheqê wê de derewan dikin. Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz jî xwe bi karê xwe yê cerdevantiyê parastin.  Cengîz, diyar kir ku ew bi salan in karê cerdevantiyê dike û tenê bi ewlekariya gund ve bi mijûl e. Sûcên li ser xwe qebûl nekir û tehlîye kirina xwe daxwaz kir. Her wiha Samî Yildiz jî heman parastinê kir.    Êrişa zayendî bûyerek wek senaryo hat dîtin   Dû re parêzerê Cengîz Aydemîr Umît Ozgun mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku îdîayên S.A hemû senaryo ne û ji bo ku S.A piştî bûyerê neçûye qereqolê îfadeyên wê “derew” dît. Her wiha parezerê Cengîz Aydemîr, di berdewamiya parastina muwekîla xwe de diyar kir ku ev bûyer di nav malbatê de qewimiye û ji bo ku S.A îfadeyên xwe yên derheqê bûyerê bi awayekî rehet vegotiye bawerî pê nayê. Her wiha parezer di dawiya axaftina xwe de “beyana jinê esas e” rexne kir û serbest berdena muwekîlên xwe daxwaz kir.   ‘Bi pereye li ser bûyerê tê girtin’   Parezerê S.A Hidir Tong jî axivî û destnîşan kir ku bi pereye li ser bûyerê tê girtin û anî ziman ku tê xwestin di nav malbat û eşîran de bûyerê ji holê rakin. Hidir, diyar kir ku S.A bi salan in rastî tundiya fizîkî, derunî û zayendî hatiye. Bûyerên êrişa zayendî ji bo ku bi pereyê li ser tê girtin di herêmê de veguheriyê bûyerên kronik.  Hidir, daxwaza berdewam kirina girtina faîlan kir.   Doz toloqê 28’ê kanûnê hat kirin   Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biryara ji bo dozê aşkere kir. Dadgeh, ji bo ku derheqê bûyerê de lêkolînên berfireh were kirin û kêmasiya evrakan were temam kirin dozê taloqê 28’ê kanûnê kir.