'Soza ku me dabû Garîbe em ê bi cih bînin' 2022-11-25 12:48:47     Marta Sömek-Gulistan Dursun   STENBOL - Ji parêzerên Garîbe Gezer a ku li girtîgeha Kandrayê hat qetilkirin û ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta "Delîl tune ye" derbarê dosyaya wê de biryara bêşopandinê hat dayîn Elîf Taşdogan, diyar kir ku li gel di dosyayê de dîmenên îşkenceyê hene jî biryareke bi vî rengî hatiye dayîn û got, "Bila soza me be em ê di hemû şert û mercan de mafê Garîbeyê biparêzin."   Dosyaya derbarê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandrayê di 9'ê Kanûna 2021'ê de hat qetilkrin piştî 11 mehan bi encam bû. Serdozgeriya Kandirayê, bi îdaya ku di mijara kuştina Garîbe Gezer de qusur û q     Dosyaya li ser kuştina Garîbe Gezer a di 9'ê Kanûna 2021'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a bi hejmar 1 a Kandirayê hat qetilkirin, 11 meh şûnde bi dawî bû. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di 22'ê Mijdarê de bi hinceta ku "delîlên têrker" nehatine bidestxistin, ji bo ku der barê sûcê mirina Garîbe de doza cemaweriyê were vekirin, biryara neşopandinê da.   Sirgun cezayê huceryê û tecawiz Garîbe ku di sala 2016'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin û girtin, di dema binçavkirinê de mafê wê hat binpêkriin. Ji bo Garîbe ya ku di Adara 2021'an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a hejarar 1 a Kandirayê hat kirin, piştî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê pêvajoyeke tijî "bêhiqûqî",  tundî û îşkenceya sîstematîk ji bo wê dest pê kir. Piştî 22 rojan cezayê hucreya yek kesî ku li Garîbe hatibû birî bi dawî bû xwest sewqî hucreya 3 kesî bê kirin. Lê ew bi zoarê birin hucreya yek kesî. Garîbe ku bertek nîşanî vê rewşê da û li hemberî neheqiya ku lê dihat kirin bêdeng nema, di 24'ê Gulana 2021'ê de bi hinceta ku çalakî li dar xistiye birin "odeya îşkenceyê" ya ku jê re "odeya bi sunger" tê gotin. Lê Garîbe vê carê ji aliyê gardiyanên jin û mêr ve îşkence lê hat kirin û gardiyanên mêr tecawizî wê kirinv.   Xwest dawî li jiyana we bîne   Piraniya nameyên Garîbe ku ji bo serpêhatiyên xwe ji parêzer û xwişka xwe re vebêje şandin, an nehatine şandin an jî hatine sansûrkirin. Garîbe ya ku di "odeya bi sunger" de her cureyê îşkenceyê lê hat kirin, ji ber ku di vê îşkencexaneyê de parçeyek ji sungerê jêkiriye, 11 roj cezayê tecrîdê lê hat birîn. Piştre der barê Garîbe ya ku di hevdîtinê de serpêhatiyên xwe ji xwişka xwe Asya Gezer re vegotin, lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin û 5 roj cezayê hucreya yek kesî lê hat birîn. Garîbe her çendî di îfadeyên xwe yên der barê cezayên dîsîplînê yên li Serdozgeriya Komarê ya Girtîgeha Kandirayê û Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê de destavêtina ku lê hatiye kirin vegot jî lêpirsîn nehat vekirin. Garîbe ji ber îşkence û tecawiza ku lê hat kirin xwest dawî li jiyana xwe bîne, piştî saetan şûnda birin revîrê û tevî ku xwîn ji serê wê dihat jî wê  demek dirêj  li hêviya doktor ma û nehat dermankirin.   Binpêkirinên li hemberî xwe ji ajansa me re vegotibûn    Lê belê piştî bi mehan garîbe îşkenceya lê aht kirin ji parêzeran re vegot û ji parêzerên Buroya Alîkariya Hiqûqî Eren Keskîn, Jiyan Tosun û Jiyan Kaya ketin tevgerê. Dîsa piştî nûçeya di ajansa me de hate weşandin, rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Kandirayê ya ku Garîbe lê bû, bi zextên raya giştî guherî, Garîbe di peyama ku ji ajansa me re şand de jî diyar kir ku zext hinekî kêm bûne. Lê ev nayê wateya ku wê rewş asayî bimîne. "   'Bersîva dosyaya ji AYM'ê re hatiye rêkirin  tune ye! Bêhiqûqiya  li hemberî Garîbe ya ku di 9'ê Kanûna 2021'an de di hucreya xwe ya yek kesî de hat qetilkirin, piştî hat qetilkirin jî bi dawî nebû. Di 15'ê Kanûna 2021'an de ji aliyê parêzerên Garîbe ve hatibû ragihandin ku der barê kuştina Garîbe de biryara nepenîtiyê hatiye dayîn û bi îdîaya "kuştina bi qestî" lêpirsîn hatiye vekirin. Li aliyê din hevalên wê diyar kirin ku dema Garîbe dîtin rêveberî mudaxele nekir û li bendê bû ku kamera were. Serdozgeriya Komarê ya Girtîgeha Kandirayê di 28'ê Kanûna 2021'an de bêyî lêpirsîneke bi bandor serlêdana sûc a ji aliyê parêzerên Garîbe ve li dijî gardiyanên girtîgehê hat kirin.  Piştî redkirina serlêdanên wan, parêzeran di sala 2022'an de li ser îşkence û tecawiza ku Garîbe  pê re rûbirû ma, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Lê belê heta niha tu bersiveke erênî û neyînî ji serlêdanê re nehatiye dayîn.   Têkildarî biryarê yek ji parêzerên Garîbe Elîf Taşdogen ji ajansa me re nirxandin kirin.   Dozger hevdîtin red kir   Elifê bi lêv kir ku biryarên neşopandinê ji bo wan hatine tebligkirin û wiha got:"Dosyayên heta do me xwe nikaribû bigihandayê di 23'yê Mijdarê de me xwe gihandê. Nêzî salekê ye Garibeyê jiyana xwe ji dest daye. Di 9'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da û li ser dosyaya wê biryara sînordarkirinê hat dayin. Di demeke nêz de me xwest em bi dozger hevdîtinê bikin lê me xwe negihandê."   Tevî dîmenên îşkenceyê yên di dosyayê de jî biryara neşopandinê hat dayin     Elifa ku têkildarî naveroka dosyayê de agahî da wiha got:"Di nava dosyayê de dîmenên kirina îşkenceyê ya li Garibeyê hebûn. Lêpirsîneke bi bi bandor nehat meşandin. Ji ber tiştên hat serê Garibeyê ber bi întixarê ve çû. Întixar be jî sedemên vê întixarê heye. Derbarê serlêdanên ji bo sedemên întixarê de biryara neşopandinê hat dayin."   Tundiyeke sîstematîk   Elifê bi lêv kir ku biryara neşopandinê ya ku ket roja 25'ê Mijdarê ne tesaduf e û wiha got:"Em di vir de tundiyeke sîstematîk dibînin. Tundî ne tenê fîzîkî ye. Tenê tundiyeke fîzîkî li Garibeyê nehat kirin. Tundiyeke derûnî jî ji aliyê îdareya girtîgehê û memûrên parastina înfazê tundiya derûnî li Garibeyê hat kirin. Hem tundiya fîzîkî hem jî ya derûnî li Garibeyê hat kirin."   Wê hewldanên hiqûqî bidomin   Elifê da zanîn ku di rapora otopsiyê ya Garibe Gezer de şopa lêdan, cebir û tiştekî bi guman nehatiye dayin û wiha got:"Ji ber rêveberiya îdareyê îhmalkarî kir loma bûn sedema kaşkirina ber bi întixarê ve. Têkildarî hemû serlêdanên me yên biryara bêşopandinê ji bo wan hat dayin em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Tevî hemû serlêdanên me biryara neşopandinê dan û ev jî tê wê wateyê ku çiqasî hiqûqa xwe bi kar tînin. Li gor xwe biryaran didin. Ev nayê wateya em ê dev ji têkoşîna hiqûqî berdin."   Wê soza ji Garibeyê re hatiye dayin bi cih bê   Elifê bi lêv kir ku wan sozek dane Garibe, malbata wê û jinan û wiha got:"Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin. Heta ku biçe em ê vê rewşê bibin heta wir. Em soza me daye Garibe, malbata wê û jinan bi cih bînin. Em ê di bin her şerdî de li mafê Garibe Gezer bigerin."