Hevseroka berê ya MEBYA -DER'ê Yuksel Almas hat tahliyekirin 2022-11-16 13:46:11     AMED - Danişîna doza Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ku piştî xerakirina cezayê wê hat lidarxistin, 8 sal û mehek û nîv ceza lê hat birîn. Dadgehê bi vê hikmê re derbarê Yukselê de biryara berdanê da.    Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Yuksel Almaz ji doza komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê vî cezayî xera kir û xwest Yuksel Almas carek din bê darizandin. Piştî xerakirina ceza danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Yuksel û parêzerên xwe Muhîttîn Mûgûç û Hava Hulya Atli di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya cezakirina Yukesê dubare kir û xwest Yukselê girtî bê darizandin. Yukselê bi kurdî parastina xwe kir û da zanîn ku komeleya wan li gorî rêgezên hiqûqî hatiye vekirin û xebatên xwe dike û wan tu karek bêhiqûqî nekiriye û xwest demdirêjiya girtina wê li ber çavan bê girtin û daxwaza berdan û beraetê kir.    Parêzeran jî xwest miwekîla wan bê berdan û beraetkirin.    Ceza birîn û tahliye kirin   Dadgehê ewilî 9 sal û 9 meh cezayê hepsê li Yukselê  birî û piştre  cezayê Yukkselê dixist 8 sal û mehek û nîvê. Dadgeh bi vê hikmê re derbarê Yukselê de biryara berdanê da.