Ji bo rojnameger Bêrîtan Canozer 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin 2022-10-13 11:19:56     AMED - Dozgeriyê di 3'yemîn danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozer de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwest.   3'yemîn rûniştina doza ku der barê nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer de bi îdiaya "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bêrîtan beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Resûl Temur di danişînê de amade bû.    Dadgehê diyar kir ku daîreya îstînafê biryara 11'emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya derbarê dosyaya bi hejmara 2019/879'an de red kiribû, parêzerê dosyayê jî ji bo temyîzê dosya bir Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind.    Piştre parêzer Resul mafê axaftinê girt û got: "Heke dadger li benda vegera dosyaya Dadgeha Bilind raweste dê baştir bibe."   Meqama îdîayê jî li dijî daxwaza parêzer derket û daxwaza biryardayînê kir.    Şandeya dadgehê, biryar da ku dê li benda biryara Dadgeha Bilind nesekînin ji ber ku dê bandorê li vê dosyayê neke.    Meqama îdîayê di mutalaa xwe de bi hinceta "Bêrîtan di hesaba xwe ya medyaya dijîtal de gelek caran di dîrokên cuda de bangewaziyên ku di nav de şîdet heyî parvekiriye" û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwest.    Parêzer Resûl jî ji bo parastinê dem xwest.    Şandeya Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîn taloqê 17'ê cotmehê kir.