Tevî biryara DMME’yê jî doza Feleknas Ûca nehat betalkirin 2022-10-11 15:19:37   AMED - Daxwaza betalkirina doza li dijî parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê û AYM’ê ku di darizandina parlamenteran de dabûn jî nehate qebûlkirin.    Bi sedema ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca di navbera salên 2015-2016’an de beşdarî civîn û daxuyaniyan bûye, derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro jî berdewam kir. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Uca beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.     Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku bi daxwaznameyekê ragihandine ku doz were betalkirin û xwest dadgeh di vê mijarê de biryarekê bide. Çelebî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo dewamkirina darizandina Leyla Guven piştî ku weke parlamenter hat hilbijartin pêşkêş kir û destnîşan kir ku xala 14’emîn a bi biryara Leyla ya Dadgeha Destûra Bingehîn re bû bingeha rakirina parêzbendiyê, biryareke zelal li ser sûcê ku parlamenter dikarin lê bên darizandin nîne û xwest di vî warî de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Çelebî işaret bi biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn kir û xwest, doza li muwekîla wê hatiye vekirin bê betalkirin.     Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku biryara Encu/Tirkiye ya DMME’yê nîşan dide ku di darizandina parlamenteran de şaşitiyeke ûsûlê heye û got ku lêpirsîna derbarê Feleknas  de tê birêvebirin bi vê biryarê nikare berdewam bike. Aktar, diyar kir ku xala 83’yemîn a Makeqanûnê ku parêzbendiya parlamenteran sererast dike, destûr nade ku parlamenter werin darzinadin. Mehmet Emîn jî xwest doz were betalkirin.    Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir û danişîn taloqî 7’ê sibatê kir.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber guherîna demkî ya di Qanûna Bingehîn de, ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê biryara binpêkirinê dabû. Parêzerên Uca jî biryara DMME’yê nîşanî dadgehê dabûn û xwestibûn ku doz were betalkirin. Tevî vê yekê jî dadgehê doz betalnekir.