Derbarê edîtora me de doz hat vekirin 2022-10-07 11:59:34   STENBOL - Derbarê Edîtora me Nişmiye Guler de ji ber nûçeyên parve kirin bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kirye bi daxwaza ji salalekê heta 5 salan cezayê girtîgehê doza hat vekirin.   Derbarê edîtora me Nişmiye Guler de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hat destpêkirin bi encam bû. Derbarê Nişmiye de bi hinceta "propagandaya rêxistinê" ji ber nûçeyên parvekirine îdaname hat amadekirin.   Di îdanameyê de ji bo Nişmiyeyê ji 1 salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Dadgeha 27'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê îdaname kontrol kir û qebûl kir. Dîroka daneşîna dozê 19'ê Çileya 2023'yan hat dayîn.