Derbarê Naşîde Toprak de 15 sal ceza hat xwestin 2022-10-04 12:14:21   AMED - Dozger ji bo Hevşaredara Sîlvanê Naşîde Toprak a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, 15 sal ceza xwest.     Rûniştina doza Hevşaredara Sîlvanê Naşîde Toprak a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin a bi hinceta "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde û parêzerên wê Burhan Arta û Sabahattin Korkmaz amade bûn.   Dozger ceza xwest   Dozgerê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir bi hinceta çalakiyên Naşîdeyê tevlî bûye û bi iddiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan daxwaza ceza kir.    Dadgeha ku biryara berdewamiya tedbîra kontrola edlî ya li ser Naşîdeyê da daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 24'ê Mijdarê kir.