Li Rojnameger Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn 2022-09-19 12:13:04     AMED - Di daneşîna biryarê ya doza ku Rojnameger Hatîce Şahîn jê dihat darizandin dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da Hatîceyê.   Danişîna biryarê  bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ku derbarê Rojnameger Hatîce Şahîn a xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şopandin de hat vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Hatîce tevli nebûyî de parêzer Resûl Temûr amade bû.    Dozgeriyê îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Ezel û Fîrar, endamtiya Hatîceyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatiye girtin û agahiyên di dema aktîvîteyên KCD’ê yên çûna wê ya bi balafirê nirxandin û îdia kir ku hatîce sûcê endamtiya rêxistinê kiriye û xwest bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.    Parêzerê Hatîce Resûl Temûr diyar kir ku dosya ji dosyayeke ku tu eleqeya muwekîla wî bi îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Fîrar û Ezel re nîne hatiye binçavkirin û belgeyên ku tên îdîakirin ji destnivîs û belgeyên tê îdîakirin pêk tên di dosyayê de cih digirin. Resûl, biryarên Dadgeha Temyîzê ya der bareyê neşandina îfadeyên şahidên nepen ên ji bo tevahî dosyayê pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku îfadeyên şahidên nepen bi tevahî li ser dosyayê bên bicihkirin.    Resûl, da zanîn ku serdegirtina cihê kar a muwekîla wî weke operasyoneke bi ser mala wê de girtine hatiye nîşandan û wiha got: “Tê îdiakirin ku muwekîla min, xebatên KCD’ê bi rê ve birine. Derbarê kesên ku xebatên rêvebertiyê meşandine û di nava KCD’ê de koordîne kirine de talîmata cezakirinê hatiye girtin. Ev hemû ji bo muwekîla min derewên duyemîn in. Beyanên şahidên hewl dan bi van bên şênberkirin. Ev nehatin gel hev. Beyanên şahidên veşartî tena serê xwe man.”   Resûl, xwest hisûsên diyar kirine li ber çav bên girtin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt danişînê biryara xwe aşkere kir û li Hatîce 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.