Parêzer Burcu Şeber: Der barê binpêkirinên sînor de delîl tên reşkirin 2022-09-18 09:03:25     Zelal Tunç   WAN - Hevseroka Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê parêzer Burcu Şeber da zanîn ku li sînorê Wan-Îranê bi îdiaya ‘binpêkirina sînor’ heye hem li hember gelê herême hem li hember penaberan polîtîkaya bêcezahiştinê ya binpêkirina mafan di dewrê de ye û got: “Di mirinên sînor de bêcezahiştin di dewrê de ye. Delîlên derbarê bûyeran de tên veşartin. Girtek neyên dayîn tedbîr neyên girtin wê binpêkirin zêde bibin.”   Li sînorê Wan-Îranê her sal bi hezaran kes tên qetilkirin û bi hezaran birîndar dibin. Li gundên girêdayî sînor bazirganiya ku gel dike, dikin hincet û her sal li nokteya ku bi hezaran penaber derbas dibin de binpêkirin tên jiyîn û li hember van binpêkirinan jî polîtîkaya bêcezahiştinê di dewrê de ye.   Hevseroka Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê Burcu Şeber der barê mijarê de axivî û got doza welatiyên li sînor hatine qetilkirin bi dildarî girtiye ser xwe.   Burcu ku binpêkirinên mafan ên li sînor di cih de lêkolîn kir, got welatiyên li sînor dijîn ji ber aboriyê bi qaçaxvaniyê debarê dikin û got: “Kes ji ber qaçaxvaniyê dikin, mazot, cixarê  tînin tên kuştin.”   ‘Ji ber kar tune ye qaçaxvaniyê dikin’   Burcuyê da zanîn ji ber kar tune ye qaçakvanî tê kirin û wiha got: “Li gundê Çilya Jêrîn ya girêdayê Ebex a Wanê di 6’ê cotmeha 2020’î de Şefîk Bag ê bazirganiya sînor dikir di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Di 16’ê Tîrmeha 2020’î de dîsa kurê wî A. Bag yê 15 salî bi giranî birîndar bû. Ez parêzeriya dosyayê dikim. Şefîk Bag li Ebexê ji aliyê leşkerên ji aliyê Îranê dihatin di sînorê Tirkiyeyê de hat înfazkirin. Îstîhdama mirovan li vir tune ye. Ji ber kar tune ye qaçaxiyê dikin. Dema mirov li sûcê qaçaxiyê dinêrin ji salekê heta 5 salan ceza hene. Cezayên ku girtina wê tune ne, lê dibe sedema jiyana mirovan.”   'Îbrahîm Baykara hat înfazkirin'   Burcuyê daxuyand ku li heman gundî Îbrahîm Baykara ê 46 salî di 3’yê Tebaxa 2020’î de li sînor jiyana xwe ji dest daye û ev tişt bi lêv kir: “Li gorî îfaeyên kurap û birayê  îbrahîm Baykara, dibêjin ku leşker dîtine û gotine ‘ji kerema xwe re guleyan nebarînin’. Lê leşker guleyan direşînin. Di encama gulebarandinê de Îbrahîm Baykara birîndar dibe. Zulkuf Baykara ji bo wî bigire ji hespê peya dibe û  dîsa gule tê reşandin. Lê dîsa diçe ku bigire. Dîsa dengê çekan tê û Îbrahîm Baykara ji serê xwe birîndar dibe û înfaz dikin.”   ‘Ji ber qaçaxiyê dikin kuştina wan nayê qebûlkirin’   Burcuyê destnîşan kir ku der barê înfaza Îbrahîm Baykara li dadgehê ‘tevzî tahkîkat’ xwestine lê bi hincetên maktul hatiye redkirin û got: “Polîtîkayek bêcezahiştinê heye. Cezayên bê dayîn jî wê gumanbaran xelat bikin. Ji ber qaçaxvaniyê kuştina mirovan nikare bê qebûlkirin. Divê cezayek bê dayîn ku pêşî li binpêkirinan bê girtin.”   ‘Kes deng dernaxe’   Burcuyê di berdewamiyê de wiha bertek nîşan da: “Dewlet çi dibe bila bibe divê welatiyên xwe biparêze. Lê rewşeke berovajî vê pêk tê. Talîmata ‘sînor derbas nekin’ didin û dema derbas dibin jî dibêjin lêxistin. Şefîk Bag di 6’ê cotmeha 2020’î de hat înfazkirin. Gelo Bag kî ye? Çi dike? Ji bo çi debarê bi qaçaxvaniyê dike. Li Ebex a Wanê dijî. Li vê herêmê li gundên sînor kar tune ye. Kes naxebite. Bi awayekî divê debara xwe bikin lê di encama kaçaxvaniyê de jî tên înfazkirin. Kes jî deng dernaxe. Ji bo gumanbaran jî polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tê.”   ‘Tevî şahidan ceza nayên dayîn’   Burcuyê bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha anî ziman: “Tevî şahidên bûyeran, tevî delîlan polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tê. Ji ber vê jî ev siyasete. Ji bo gumanbaran ji ber nasnameyê ceza nayên dayîn. Di encama teqîna mayînê de zarokekî destê xwe winda kir. Me bi parêzerê dosyayê re hevdîtin kir. Lê kameraya ku dema teqînê bikşîne tune ye. Der barê herêma mayînê de tabelayek tune ye. Ev gelek girîng e. Ev jî berpirsyariya dewletê ye. Delîl tên reşkirin û tunekirin. Li gundê Karahîsar a Saray a Wanê di 3’ê Tîrmehê de wesayîta penaber tê de bû hat gulebarakirin û zarokekî jiyana xwe ji det da. Gelek kes birîndar bûn. Der barê vê de raporek tê amadekirin. Me girtek xwestin lê nedan me. Em şandin emniyetê. Lê girtek nedan me. Komîsyona koçberiyê eleqeder dibe. Gelek hevpîşeyên me mijarê dişopînin.”    Tedbîr neyên girtin wê binpêkirin bidomin   Burcuyê her wiha destnîşan kir ku di 20’ê hezîranê de li mezra Sersul a taxa Xaşkan a girêdayê Elbaqê leşkeran ku dixwestin welatiyê bi navê K.A binçav bikin, bi deqeyan gule berdane hewa, jin derb kirine û wiha dawî lê anî: “Ji bo binçavkirinê li ser wan mirovan operasyonek mezin pêk anîn. Ev bi tena serê xwe binpêkirin e. Divê demildest tedbîr bên girtin an jî wê binpêkirin bidomin. Dîsa li taxa Kiratî ya xeta sînorê Îranê ya Elbaqê di 26’ê Tîrmehê de  zarokê bi navê H.E yê 16 salî ku pez diçêrand di encama teqîneke leşkerî de birîndar bû. Lê kamereya 360 derece ya qerekolê cihê bûyerê nekişandiye. Parêzeran lêkolîn kirin û fêm kirin ku dema bûyerê di kamerayê de tune ye. Ev jî nîşan dide ku delîl piştî bûyerê hatine reşkirin.”