Sebahat Tuncel: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye 2022-09-09 15:14:53     ENQERE - Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de wiha axivî: "Rakirina tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan rêya vekirina rêya aştiyê û çareseriyê ye. Tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."   Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.     Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenter û rêveberên HDP’ê, rêveberên ÎHD, gelek welatî û parêzer dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî mazeret ji dadgehê re ragihandin û tevli danişînê nebûn.    Di danişînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel diyar kir ku şahidan li ser arastekirinê îfade dane û îfadeyên hatine dayîn jî ji bo têkbirina têkoşîna azadiya kurd e. Sebahat Tuncel da zanîn ku bi rêya îfadeyên van şahidan û îtîrafkaran tê xwestin ku siyaseta kurd a demokratîk were krîmînalîzekirin.    Sebahat destnîşan kir ku ew ji vê darazê ango dadgehê tu edaletê naxwazin û got: “Serokê we yê berê Bahtiyar Çokak endamê çeteyekê derket. We bi wî re mesai dikir. Me got ji dozê vekişin lê hûn nevekişiyan. Em çi dizanin ku wî ji MÎT’ê pere negirtibe? Gelo hûn dizanin? Li vê dadgeha we AKP û MHP, HDP’ê didarizîne. Biryara hûn bidin çi dibe bila bibe wê biryarek serbixwe nee. Hûn dozger û dadger ketine pey afirandina delîlan ku li dijî me bibînin û me sûcdar bikin.”    Sebahatê bal kişand ser rol û rista Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha axivî: “Di pirsgirêka kurd de roleke girîng a Abdullah Ocalan heye. Dewlet jî vê rolê nîqaş nake. Niha tecrîda mutleq li ser Ocalan tê meşandin. Ocalan di sala 2008’an de ragihandibû ku 3 sal in bi dewletê re hevdîtinan kiriye. Li ser Meclisa Aştiyê û pirsgirêka Destûra Bingehîn hat axaftin lê nehat çareserkirin. Pişt re pêvajoya çareseriyê dest pê kir, lê ev ne rêbazeke Tirkiyeyê ye. Me li hemû cîhanê mînakên ku ev tişt bi diyalogê diqewimin dît, lê wan ew pêvajo qedand. Ji ber vê yekê jî li vê salonê pêvajoyên aştiyê tên darizandin. Li gorî qanûnên ku hatine derxistin, her kesê ku di Pêvajoya Çareseriyê de cih girtiye nikare bê darizandin, lê hevserok, rêveber, parlamenter û endamên HDP’ê niha tên darizandin. HDP bi sazî tev li pêvajoyê bû. Heta ku em behsa aştiyê nekin, ne mimkûn e ku li Tirkiyê demokrasiyeke rasteqîn û hawirdora baweriyê ava bibe. Heke ji sisêyan yek gel ne kêfxweş be, hûn ê çawa behsa mafên mirovan bikin?”    Sebahat diyar kir ku sedema dubendiya li Tirkiyeyê ku çêbûye bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ye û got: “Li Tirkiyeyê rêjeya sûc zêde dibe. Gelo ev normal e? Yek ji sedemên sereke yên vê zêdebûna rêjeya sûc û pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Dozger jî di nêrîna xwe de diyar kir ku ev pirsgirêk pirsgirêka kurd e. Dewlet hê jî înkar dike. Dîsa jî naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku wêneyê wekîlekî bi xizmekî xwe yê gerîla re derket, hat binçavkirin û girtin. Divê zîhniyet were guhertin. Heke hêza nû pirsgirêka kurd çareser neke wê bêwate be. Rakirina tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan rêya vekirina rêya aştiyê û çareseriyê ye. Tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."