Dosyaya Gulizara hat xwestin bê qetilkirin ji dadgeha cezayê giran re hat şandin 2022-09-08 14:59:18     AMED - 2'yemîn rûniştina doza bersûc Aziz Karaman ê xwest Gulizar Karaman bikuje, hat dîtin. Dosya şandin Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Amedê.    Gulîzar Karaman a di 30'ê gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest dev jê berde, rastî êrişa bi çekdarî hat. Di der barê kiryar Azîz Karaman doz hat vekirin. 2’yemîn danîşîna doza Gulîzarê îro 1'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erxaniya Amedê hat dîtin.    Parêzerên Gulîzarê û şahidên bûyerê, ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafê Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Komeleya Jinan a Rosa tevlî danişînê bû.    Li aliyê din kiryar ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê bi Sîstema Deng û Vîdeyo û Agahdariyê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan, kiryar parastina xwe kir.   Êrîş bi plankirî kiriye   Kiryar, di parastina xwe de xwest xwe wek bêsûc bide nîşandan û got ku bêsûc e. Lê belê kiryar dema ku behsa roja bûyerê kir hat nîşandan ku bi zanebûn û plankirî ev êrîş pêk aniye.   Di îfadeyên kiryar de gotinên nakok   Her wiha ji ber îfadeya ku kiryar li dozgeriyê daye nakokî heye heyeta dadgehê ji kiryar pirs kir. Kiryar jî bi lêv kir ku ji bo pêşeroja zarokên xwe îfadeyek wisa derew daye.   Parêzerên kiryar jî sûc red kirin û gotin: “Di bûyerê de bi zanebûn nexwestiye hevjînê xwe birîndar bike an jî bikuje. Ji ber hisûbetên wî yên berê di bêrîka xwe de çek digerîne. Ji bo xweparastina xwe bike ev 3-4 sal in çek digerîne. Lê belê nexwestiye hevjîna xwe bikuje.”   ‘Min tehdît dike’   Piştre Gulîzar parastina xwe kir. Gulîzar, destnîşan kir ku kiryar di dema parastina xwe de buxtan lê kiriye û wiha domand: “Ji bo ku min bikuje derket pêşiya min. Derewa dike. Derket pêşiya min û ji min re got ‘tu dixwazî dev ji min berdî, tu yê birevî ku derê.’ Piştre çek derxist û berada me. 3 gule berda û li min ket. Heqaret li me kir. Piştre 5-6 destên dinê jî gule berda û çek qulipî. Di laşê min de 2 gule derxistin û yek hêj di laşê min de ye. Ji ber rîska emeliyetê heye em nikarin gule derbixin. Piştî ku em zewicîn vir ve her tim îşkence li min dikir. Niha di girtîgehê de ye jî min tehdît dike.”   ‘Ewlehiya jiyanê ya Gulîzar nîne’   Piştre parêzerên Gulîzar parastin kirin. Parêzer Gevriye Atli, destnîşan kir ku di îfadeya kiryar de gelek gotinên nakokî hene û wiha axivî: “Ev dosya ne li Dadgeha Cezayê Eslî divê li dadgeha cezayê giran bihata dîtin. Divê darizandin li dadgeha cezayê bilind bihata kirin. Çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn ji bo kuştinê guncav e. Yek ji wan guleyan niha di zikê muwekîla me de ye. Ji bo mirin û kuştinê bêtir divê çi were kirin? Gulîzar îro bi tesadufî li vir e. Hem Gulîzar û hem jî malbata wê te tehdîtkirin. Bersûc dibêje ku ew ê karê ku neqedandiye bi alîkariya xizmên xwe biqedîne. Ewlehiya jiyanê ya Gulîzar nîne. Gulîzar a ku 3 gule li bedena wê ket, niha bi guleyekê dijî. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku dadgeh biryara neşopandinê bide û dosyayê ji dadgeha cezayê giran re bişîne.”   ‘Dosye bila li dadgeha cezayê giran bê dîtin’   Parêzer Jiyan Ormanli, diyar kir ku kiryar li sûcê xwe mikur hatiye û ev tişt got: “Bersûc bi îfadeya xwe hewl da xwe ji sûc xilas bike. Bersûc bi şopandina muwekîlê me û li benda cih û wextê guncav sûc bûye ku bûyerê pêk bîne. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku dadgeh biryara neşopandinê bide û dosyayê ji dadgeha cezayê giran re bişîne.”   ‘Jin bi sazkirina edaletê nikarin ji edliyeyan derkevin’   Ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosa Elîf Tirenç Îpek Ulaş jî li ser navê komeleyê daxwaz kir ku tevlî dosyeyê bibin. Elîf, bi bîr xist ku Gulîzar hatiye komeleya wan û serlêdan kiriye û got: “Di dema zewaca xwe de rastî şîdetê hatiye. Ger em îro wek komele ne li vir bûna, weyê ji her tiştê tawanbar bawer bikira. Em ê nizanibûna ku ew di tevahiya jiyana xwe de rastî tundiya domdar hatiye. Îşkenceya herî giran lê hatiye kirin. Tevî ku di stargehê de maye û ji nêz ve daxwaza parastinê kiriye jî nikare bê parastin, her çend KADES'ê bi têlefona xwe geriyabe jî nehatiye parastin û herî dawî bi mirinê re rû bi rû maye. Bersûc çîrokek wisa xêz kir ku ew bûyerek tesaduf e ku di wê gavê de pêş ketiye. Dibêje, 'Min protokola hevberdanê amade kir, min ew bir' û bi çekê ve jî diçe. Niha êrîşkar di bin çavan de ye û muwekîlê me hê jî bi parastina polîsan tê. Gefên kuştina Gulîzarê ji aliyê xizmên wî ve didome. Piştî ku hemû saziyên jinan di dosyayê de cih girtin, dan çapemeniyê, bi dozger re hevdîtin kirin û zext li polîsan hat kirin, kiryar hat girtin. Jin bi sazkirina edaletê nikarin ji edliyeyan derkevin. Ji bo ku edalet pêk were piştgirîya raya giştî û medyayê hewce ye. Îro gomlekê spî li xwe kiriye, xwe tiraş kiriye û destên wî li ber wî ne. Ev tê wateya kêmkirina ramanê ya cezayê. Dema jin rastî tundiyê tê, ev tê wê maneyê ku ev rê ji hemû jinan re hatiye vekirin. Serbestberdana sûcdar tê wateya biryara mirinê ya Gulîzar.”   Piştre jî parêzerên din ên ku parastin kirin, xwestin ku girtina bersûc berdewam bike û dosya li dadgeha cezayê giran bê dîtin.   Dosyaya Gulizarê ji dadgeha cezayê giran re hat şandin   Piştî navbereke 5 deqeyan, heyeta dadgehê biryar da ku girtina bersûc bidome û dosya li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin, biryara neşopandinê da. Piştî biryarê kiryar bi gotina "Ez ji Gulîzar lêborînê dixwazim û poşman im" xwest xwe rewa bike.