Danişîna doza Rojbîn Çetin hat taloqkirin 2022-09-08 13:19:11     WAN - Danişîna doza aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn bi hinceta "şahîdê nepen ne amadeye" taloqê 27'ê cotmehê hat kirin.    Di 26'ê hezîrana 2020'an de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polîsan li Amedê avêtibû ser mala endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn. Di dema avêtina ser malê de polîsan bi kuçikan îşkence li Rojbîn kiribû. Bi hinceta "endamtiya rêxistinê" doz li Rojbînê hat vekirin. Danişîna dozê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.    Rojbîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya pergala SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Malbat û parêzer jî di danişînê de amade bûn. Rojbîn di danişînê de parastina xwe dubare kir û daxwaza tehliyeya xwe kir. Parêzerê wê Ekîn Yeter jî daxwaza tehliyeya wê kir.    Şandeya Dadgehê carek din bi hinceta "şahîdê nepen ne amadeye" danişîn taloqê 27'ê cotmehê kir.