Danişîna doza Gulîzarê taloqê 8'ê îlonê hat kirin 2022-09-02 15:20:00     AMED - 1'emîn danişîna doza Gulîzarê li Erxeniyê hat dîtin û faîl tevlî danişînê nebû. Şandeya dadgehê danişîn taloqê 8'ê îlonê kir.    Gulîzar Karaman (34) di 30'ê gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrişa bi çekdarî hat. Gulîzar a dayika 6 zarokan bi giranî birîndar bû ji mirinê rizgar bû. Êrişkar Azîz Karaman jî piştî reva xwe ya 11 rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê derbarê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "teşebusa kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevsera xwe" îdianame amade kir. Danîşîna doza Gulîzarê îro 1'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erxaniya Amedê hat dîtin.    Parêzerên Gulîzarê û şahidên bûyerê, ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafê Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Erxaniyê û Komeleya Jinan a Rosa tevlî danişînê bû.    Bi hinceta ku Azîz Karaman çuye nexweşxaneyê tevlî danişînê nebû. Ji ber vê sedemê jî şandeya dadgehê navberek da danişînê. Piştî ku rêveberiya girtîgehê agahî da ku faîl ji bo dozek din raporê bigire çûye nexweşxanê ye, danişîn hat destpêkirin.    Di danişînê de serê ewilî Gulîzar axivî û bal kişand ser roja bûyerê û got: "Azîz xwest ku min bikuje. Xwest birazî û xwişka min jî bikuje. Ez naxwazim Azîz bê berdan ji ber ku heke bê berdan dê bê min bikuje. Dema bê berdan jiyana min û ya malbata min dê bikeve xetere ye. Ewlehiya jiyana me nîne. Ez naxwazim bimirim."   Di danişînê de parêzer Gevriye Atli jî axivî û diyar kir ku parêzerên ku li vir hemû dizanin ku ev dosya ne dosyaya birîndarkirinê ye û dosyaya kuştinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê heyeta dadgehê derbarê dosyayê de biryarek bide û dosyayê bişîne Dadgeha Cezayê Giran. Her wiha divê faîl neyê berdan."   Parêzerên din ên Gulîzarê jî heman tiştî anîn ziman û daxwazkirin ku faîl neyê berdan.    Parêzerê faîl jî da zanîn ku piştî îfadeyên Azîz dê parastinê bikin.    Meqamê îdîayê, da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Gulîzarê raporeke demborî da û rapor jî bi nakok in. Her wiha hat xwestin ku rewşa girtîbûnê ya faîl bila bidome.    Şandeya dadgehê biryara domandina rewşa girtibûnê da û doz taloqê 8'ê îlonê kir.    Her wiha kurê Gulîzarê Mehmet Karaman jî ji bo paşvekişandina giliyê Gulîzar tehdît kir.