Têkildarî lêpirsîna derbarê Oznur Deger de biryara neşopandinê hat dayin 2022-09-02 13:26:17   ENQERE - Têkildarî lêpirsîna derbarê nûçegîhana me Oznur Deger de ku bi iddiaya "propagandaya rêxistinê" biryara neşopandinê hat dayin.   Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên nûçegîhana me Oznur Deger bi iddiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin. Oznurê di 20'ê Tîrmehê de îfade dabû. Wênê û dîmenên Oznurê yên li ser twittirê wekî sûc hatibû dîtin.     Têkildarî lêpirsîna derbarê Oznur Deger de biryara neşopandinê hat dayin.