Derbarê rojnamevanên Meşa Gemlikê şopandin de îdianame 2022-08-31 16:21:17   STENBOL - Derbarê rojnamevan Ergîn Çaglar û Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê dema Meşa Gemlikê dişopandin hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan, îdianame hat amadekirin.    Sazî û dezgehên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’ê Hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihana ajansa me  JinNewsê Rozerîn Gultekîn û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA)   Ergîn Çaglar ku li Bûrsayê, Meş dişopandin hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin û berdan. Derbarê Rojzerîn û Ergîn de îdianame hat amadekirin û doz vekirin.     Dozgeriyê bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” îdianame amade kir û ji salek û 6 mehî heta 3 salan cezayê girtîgehê ji rojnaamevanan re dixwaze.    Îdianameya  Îdianameya Rozerînê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Seferîhîsar ve hat amadekirin û dê danişîna ewil di 25’ê cotmehê de bê lidarxistin.  Îdanameya Eergîn jî ji aliyê 29’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bûrsayê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil di 6’ê kanûnê de dê bê lidarxistin.