‘Feshkirina peymanê tê wateya rewakirina şîdetê’ 2022-08-09 09:09:21     Şehrîban Aslan   AMED - Jinan biryara Dadgeha Bilind a der barê Peymana Stenbolê de daye, nirxandin û gotin: “Hejmara jinên li stargehan dimînin 243 hezar û 282 ye. Ev jî vê nîşanê me dide;jinên ji mirinê direvin û têkoşîna jiyanê didin nîşan dide. Feshkirina peymanê rewakirina şîdeta li ser jinan nîşan dide.”   Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 221’ê de Peymana Stenbolê fesh kir û piştî vê bi dehan rêxistinên jinan û civaka sivîl û baroyan ji bo rawestîna biryarê serî li Şûraya Dewletê dan. Serlêdan di 28’ê Nîsan û 7-14 û 23’ê Hezîranê de bi rûniştinê hat dîtin. Piştî Dozan 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê di 19’ê Tîrmehê de 38 rûpel weşand û got ‘biryara serokomar nikare bê darizandin’ û biryara vekişîna Peymana Stenbolê erê kir. Li ser vê jin li her çar alî Tirkiyeyê daketin kolanan û peyama xwedîderketina li Peymanê dan.   Endama Lijneya Rêvebriya Baroya Amedê Hatîce Demîr û Damezrînera Komeleya Jiyanê ya Jinan a Rihayê Sevînç Ozîpek biryar nirxandin.   Hatîceyê da zanîn ku Peymana Stenbolê ku Peymaneke Konseya Ewropaye jinan li dijî her cureyê şîdetê diparêze û her cureyên newekheviya li hember jinê ji holê radike û got: “Hevkariyeke navneteweyî ya li hember şîdeta jinê teşwîq dike. Ji ber vê jî ji bo jiyana jinan gelek girîng e.”   'Darazek serbixwe tune ye'   Hatîceyê destnîşan kir ku biryara feshkirina peymanê tê wateye ku jin li dijî şîdetê bê parastin tên hiştin û şîdet tê rewakirinê û wiha daxuyand: “Me der barê feshkirinê de li Dadgeha Bilind doz vekir.Lê mixabin biryarê em matmayî nehiştin. Tevî hemû hewldanan ev biryar hat dayîn. Bi vê biryarê re hat nîşandan ku dewleta hiqûqê ji holê rabûye. Ev biryar di heman demê de nîşan dide ku hemû peymanên mafê mirovan ên navneteweyî dikevin bin rîskê. Em ê li dijî biryarê biçin temyizê. Em ji vir encamekê negirin em ê bibin DDB û DMME’ê.”   ‘Biryara hatiye dayîn binpêkirin e’   Damezrînera Komeleya Jiyanê ya Jinan a Rihayê Sevînç Ozîpek jî daxuyand ku komeleya wan ji bo peymanê têkoşînek mezin dane û wiha bi lêv kir: “Vê biryarê cesaret daye kujer û tecawizkaran. Em dizanin ku Peymana Stenbolê ji bo jinan destkeftiyek mezin e. Di encama têkoşînên mezin de hatiye bidestxistin. Yanî Peymaneke mafê mirovahî ya navneteweyî ye. Ev biryar li dijî hiqûqa mafê mirovan û destûra bingehîn e.”   ‘Biryar siyasî ye’   Sevînçê destnîşan kir ku fehskirina peymanê tê wateya ku dest ji parastina jinê hatiye berdan û şîdet hatiye rewakirin û got: “Hejmara jinên li stargehan dimînin 243 hezar û 282 ye. Ev jî vê nîşanê me dide; jinên ji mirinê direvin û têkoşîna jiyanê didin nîşan dide. Feshkirina peymanê rewakirina şîdeta li ser jinan nîşan dide. Biryara feshkirinê ji bo me tune. Em jin vê biryarê nas nakin û em ê heta dawî ji bo peymanê têbikoşin.”