Parêzerên Aysel Tûglûk: ATK cudakariyê dike 2022-08-06 13:33:47     AMED - Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê banga berdan û tedawîkirina Aysel Tûglûk kir û got: "Çevîk Bîr ê ji doza 28’ê Sibatê di girtîgehê de bû û ew jî bi nexweşiya demansê ketibû û hat berdan, ji bo Ayselê jî divê biryar were dayîn. Girtiyên kurd bi bêhiqûqî û cihêkariyê re rûbirû dimînin."   Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê berpirsiyar e Serhat Eren û parêzerê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk, Serdar Çelebî têkildarî biryara berdana Aysel Tûglûk ku di Doza Kobanê de hat dayîn, li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Serhat Eren diyar kir ku Aysel ji sala 2016’an ve girtî ye û li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketiye û demek dirêj e ji bo vê têdikoşe. Serhat bal kişand ser pêvajoya nexweşiya Ayselê û tevî nexweşîn û serlêdanên wan jî Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana Ayselê asteng kiriye.    Serhat  bi bîr xist ku di danişîna 15’emîn a Doza Kobanê de derbarê Ayselê de biryara berdanê hatiye dayîn û got: “Di encama têkoşînek dûr û dirêj a ji bo berdanê duh dadgehê biryara berdana wê da. Birêz Aysel Tûglûk ji doza Kobanê derbarê wê de biryara berdanê hat dayîn. Lê Aysel ji dosyeya ku ceza lê hatiye birîn nehatiye berdan. Divê ATK demildest derbarê Ayselê de biryara nikare di girtîgehê de bimîne bide. Ji ber ku ew nikare bi tena serê xwe bijî. Em di serdemek ku hiqûq ji bo girtiyên nexweş nayê şixûlandin de derbas dibin. Em carek din dibêjin divê birêz Aysel li gorî rûmeta mirovî were berdan û tedawîkirin. Em daxwaz dikin ku gavek beriya gavekê birêz Aysel ji bo ku dikaribe li derve tedawiya wê bê kirin, bê berdan.”    Serhat bal kişand ser raporên ATK’ê ku berdana Ayselê asteng kirine û xwest biryara ji bo Çevîk Bîr ê ji doza 28’ê Sibatê di girtîgehê de bû û ew jî bi nexweşiya demansê ketibû û hat berdan, ji bo Ayselê jî were dayîn. Serhat Eren got biryara Çevîk Bîr ji bo girtiyên kurd ên polîtîk nayê sepandin û girtiyên kurd bi bêhiqûqî û cihêkariyê re rûbirû dimînin.    Serhat banga divê Aysel Tûglûk demildest were berdan dubare kir û ew ji rayedarên hikûmetê bigire heta rêxistinên sivîl û raya giştî ji bo Ayselê û girtiyên nexweş bi hestiyar tevbigerin.