Doza Kobanê: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê îktidarê dest pê kir 2022-07-26 14:54:03     ENQERE - Selahattin Demirtaş ê ku di Doza Kobanê de axivî wiha got:"Hilbijartin nêzîk dibe, şerê îktidarê dest pê kir."   Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. 21 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd ji dozê tên darizandin.    Danişîn li eywana 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin û parlamenterên HDP, parêzer û gelek kes dozê dişopîne. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.    Bi venêrîna nasnameyan re danişînê dest pê kiri. Divê îro Sîbel Akdenîz parastina xwe bikira lê ji ber dayika wê nexweş bû tev li danişînê nebû.    Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglu axivî û destnîşan kir ku dadgeh bêyî ku agahiyên derbarê şahidên veşdarî de bidin li wan guhdar dikin  û li dijî beyanên şahidên veşarî û yên navên wan eşkere derket û destnîşan kir ku pir eşkere xuya dike ku derewan dikin.    'Helbet wê rojekê hiqûq were xebitandin'   Piştî axaftina Kenan, heyeta dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin, xwend. Paşê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û axivî. Demîrtaş diyar kir ku sepanên ne li gorî qanûnan diqewimin û got: “Em bi awayek fîlen girtî ne. Muameleya girtîbûnê li me dikin. Min lîmîta xwe ya têkildarî bûyerên Kobanê de derbas kiriye. Li Dadgehên Cezayê Asliye, dema girtinê 18 meh in lê em hê jî di hefsê de ne. Min di meha 20’emîn a girtina xwe de viya anîbû ziman. Girtina me dijhiqûqî ye. Helbet wê rojekê hiqûq were xebitandin. Dema hiqûq dest bi kar bike, ev bêhiqûqiyek çawa ye ez ê vebêjim. Ez van ewraqên hatine dosyeyê red dikim. Dixwazim li hizûra hemû şahidan were guhdarkirin.”    'Hilbijartin nêzîk dibe, şerê îktidarê dest pê kir'   Selahattin bal kişand ser nûçeyên medya alîgir ku wî dikin hedef û wiha axivî: “Çend roj berê Yenî Şafak û Hurriyetê manşetên wek ‘Ji Qendîlê bo Demîrtaş 16 milyon dolar’ nivîandibûn. Ji kokê derew e. Îfadeyek wiha di dosyeya ewraqan de nîne. Yenî Şafakê di bin nûçeyê de wêneyê min, Cemîl Bayik û Merdan daye. Diyar e ku derewan dikin lê ji bo hilbijartin nêzîk dibe, çi ji bo îkdarê lazim e? Divê me lawaz bikin. Em li alyekî bi îdiaya me pere ji Qendîlê re şandiye tên darizandin li aliyekî jî xwedîgiravî Qendîlê pere ji bo me şandiye. Biryarekê bidin. Baş e çima niha van derdixin pêş? Çimkî hilbijartin nêzîk dibe û dixwazin ji nû ve me lawaz bikin. Operasyonek îdraqiyê tê birêvebirin. Dixwazin wêneyê min û Cemîl Bayik û Merdan deynin kêleka hev û têgihiştinekê çekin. Dizanin tiştên ku dinivisînin derew in, lê belê rastî ne di xema kesî de ye. Her ku em ber bi hilbijartinê ve biçin dê operasyonên îdraqiyê berdewam bikin. Rojnameya Hurriyetê heman nûçeyê wek 16 milyoar dolar nivîsandiye. Parêzerên min gotin, milyoyarek dolar dike kamyonek-TIR’ek pere. Wê çaxê divê 16 TIR pere jin re bihatana. Bixwedê ez pereye xwe dixwazim. Ez ji Hurriyetê dixwazim. Pereyê min bidin min. Tu Ahmet Hakan î çiy î bila pereyê min bide min.”     Piştre Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nazmî Gur jî axivî û destnîşan kir ku li dijî wan û partiya wan şerê propagandayê tê birêvebirin. Gur anî ziman ku tevî hemû antîpropagandayan jî dê HDP têk nece û HDP li ser pêya ye.    Bi du Gur re Ayla Akat Ata jî diyar kir ku qeydên HTS’ê ji bo wê hatine û daxwaz kir ku ewraq bên lêkolînkirin.    Piştre heyeta dadgehê mazereta Sîbel Akdenîz red kir û biryar da ku di 28’ê tîrmehê de lê bê guhdarkirin.    Heyeta dadgehê heta roja 28’ê tîrmehê navber da danişînê.