Doza Kobanê: Polîsan êrişî siyasetmedar û parêzeran kirin 2022-07-25 14:47:04     ENQERE - Di Doza Kobanê de mafê axaftinê yê siyasetmedaran hate astengkirin. Siyasetmedaran jî bi çepikan û bi lêdana li kursiyan ev rewş şermezar kirin.    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja ewil de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome.    Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum, Mûrat Sarisaç û gelek kesên din amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Ji siyasetmedarên negirtî tê darizandin Sîbel Akdenîz li Dadgeha Cezayên Giran a Gimgimê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Sîbel  xwest ku parastina xwe ji zaravayên kurdî bi dimilî bike. Akdenîz, da zanîn ku ji bo parastina xwe bi zaravayê dimilî amade bike li girtîgehê materyalên wan nînin û piştî derketî amade kiriye.     Piştre jî dozger axivî û got ku piştî amadekirina wergêr bila parastina Sîbel bê girtin. Şandeya dadgehê jî got ku Sîbel daxwazname bi tirkî nivîsiye û daxwaza amadekirina wergêr red kir. Şandeyê ji Sîbel re got ku ew bi xwe dikare wergêr bîne.    Parêzer Çîgdem Kozan li dijî vê biryarê îtîraz kir lê şandeyê ev îtîraz red kir. Parêzer Kenan Maçoglû jî xwest ku ewraqê li dosyayê hatine zêdekirin bên xwendin lê şandeyê ev daxwaz jî red kir.    Piştî nîqaşan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel xwest mafê axaftinê bigire. Sebahat, diyar kir ku şandeya dadgehê mafê axaftinê yê parêzeran nas nake û ev pirs ji şandeya dadgehê kir: “Gelo hûn dê destûra parastineke li gorî qanûnan bidin an na?” Li ser pirsa Sebahat jî şandeya dadgehê destûr neda ku Sebahat parastina xwe bike û mafê axaftinê da Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak.    Gultan li dijî helwesta şandeya dadgehê got ku Sebahat li ser kursî ye. Gultan, da zanîn ku şandeya dadgehê ji bo parastinê bike zext li wê kiriye, ewraqên têkildarî dosyayê dereng tên ber destê wan û firsendê nabînin ku çavekî lê bigerînin. Bi domdarî Gultan got ku şandeya dadgehê ketiye nava hewelsteke wiha: “Çawa dibe bila bibe ez ê ceza bidim we û we guhdarî nekim.”   Şandeya dadgehê xwe li bendê negirt ku Gultan gotinên xwe temam bike û vêcarê mafê axaftinê da Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag. Fîgen, bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kir ku şandeya dadgehê mîna hêzên ewlekariyê tevdigere. Bi domdarî Fîgen anî ziman ku dê helwesta şandeya dadgehê nekare vîna wan têk bibe û wiha pê de çû: “Ev doz ji bo ku bi kêrî karê desthilatdariyê were hatiye vekirin. Lê belê bi kêrî karê wan nayê. Ez dixwazim ku mafê parastinê yê Tuncel were dayîn. Ev şêweyê darizandinê yê ku hûn îro li vê derê dikin, dê sibe bibe şêweyê darizandina we. Gelo hûn di ferqa vê de ne ey Erdogan, ey Bahçelî û şirîkên desthilatdariyê?”    'Rewşa heyî ne hiqûqî û ne jî însanî ye'   Siyasetmedar Gulser Yildirim jî bi kurdî axivî û da zanîn ku rewşa heyî ne hiqûqî û ne jî însanî ye. Di berdewamê de Gulser wiha got: “Dema ez qala hiqûqê dikim ne qala hiqûqa qesrê lê ya rasteqîn dikim. Heke hiqûq hebûya li dijî Sebahat Tuncel helwestekî wiha nedihat raberkirin. Em ê parastina xwe bikin. Em na revin. Dema yê li hemberî we dibe kurd, ev helwesta we derdikeve lûtkeyê. Hûn dibêjin parastina xwe bikin lê îdianameyên bi hezaran rûpelan hatine amadekirin. Gelo ma di rewşeke wiha de ma pêkane ku mirov bixwîne û parastinê bike? Em ji parastinê na revin lê divê derfetên parastinê bên dayîn. Ez dixwazim ku mafê axaftinê bidin Sebahat Tuncel û mîkrofon bê vekirin.”     Şandeya dadgehê israr kir ku Sebahat a li kursî li cihê xwe rûne. Li ser israra dadgehê jî li eywanê rageşî derket. Sebahat Tuncel da zanîn ku heta mafê axaftinê jê re neyê dayîn dê kursî neterikîne. Li ser vê yekê jî di girtekan de weke “xerakirina disiplînê” hate nivîsandin. Siyasetmedarên din ên li eywanê Aynûr Aşan û Zeynep Karaman jî xwestin ku mafê axaftinê bidin Tuncel û nehatin kursî. Siyatmedar û beşdaran bi çepikan helwesta dadgehê protesto kirin.    Piştî protestoyê jî daxwaza xwendina ewraqê li dosyayê hatine zêdekirin a parêzer Kenan Maçoglû hat qebûlkirin. Siyasetmedar Tuncel ku mafê wê yê axaftinê nehat dayîn jî pirsa “hûn çima ditirsin” ji şandeyê kir. Lê şandeya dadgehê bi israr mafê axaftinê neda Tuncel û li ser vê yekê siyasetmedar û beşdaran careke din bi çepikan ev helwest protesto kirin. Li gel dengê çepikan jî şandeyê ewraqên di dosyayê de bi dengekî bilind xwend.    Di dema xwendina ewraqan de parêzer û siyasetmedaran ji bo nîşandana derhiqûqiyên heyî bi israr îtîraz kirin. Li ser vê yekê jî şandeya dadgehê bang li hêzên ewlekariyê kir ku destwerdanê li parêzaran bike. Polîsan, hewl dan bi darê zorê parêzer Kemal Akalin li cihê wî bidin rûniştandin. Ji ber vê jî di navbera polîsan û parêzeran de rageşî derket.     Ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin tevî çalakiyê jî bi dengekî bilind dihatin xwendin û siyasetmedarên jin jî bi terikandina eywanê hewl dan vê helwestê protesto bikin. Lê polîsan pêşî li ber siyasetmedaran girt. Li ser vê yekê jî siyasetmedaran li kursiyan xistin û bi çepikan şandeya dadgehê protesto kirin. Li ser vê protestoyê jî di navbera parêzer û polîsan de nîqaş derket. Di vê navberê de siyasetmedar Nazmî Gur aciz bû û komên tenduristiyê hatin eywana dadgehê. Piştî destwerdana ewil a li Gur hatiye kirin jî danişîn domiya.    Sebahat Tuncel ji ber ku mafê wê yê axaftinê hate binpêkirin, heta demekî li ser kursî ma û piştre hate xwarê. Piştî rageşiya derketî jî şandeyê navber da danişînê.    Serokê dadgehê Yildiray Kaya piştî ewqas rageşiyê jî mafê axaftinê nedabû Tuncel û dema derdiket jî ji Tuncel re got: “Piştî nîvro were ez ê mafê axaftinê bidim te.”