Li dijî biryara Şûrya Dewletê bertek: Ji bo jin û zarokan têkoşînê bidin 2022-07-25 09:09:41   WAN - Damezrînera Komeleya Jinan a Starê  Emîne Bozkurt, bertek nîşanî biryara Şûraya Dewletê a ji bo Peymana Stembolê da û got, "Em dest ji peymanê bernadin û em ê ji bo jin û zaorkan têkoşîna xwe mezin bikin.   Tirkiye di 20'ê Adara 2021ê de bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Peymana Stenbolê ya ku li ser esasê pêşîgirtina tundiya li ser jinan hatiye kirin, vekişiya. Rêxistinên jinan, baro û saziyên sivîl ji bo rawestandina biryarê serî li Şuraya Dewletê dan. Tevî nêrînên dozgeriyê yên der barê dozên ku di 28'ê nîsanê, 7, 14 û 23'ê hezîranê de li 10'emîn Odeya Şûraya Dewletê hatin dîtin jî dadgehê di 19'ê Tîrmehê de îtîrazên jinan ên der barê rawestandina biryarê de red kiribû û paşvekişandina serok komar a ji Peymana Stenbolê pejirandibû. Bertekên jinên ku bertek nîşanî biryara 10’emîn Odeya Şûraya Dewletê dan zêde dibin. Jinan diyar kirin ku ew ê bi derketina qadan dest ji peymanê bernedin û gotin ku ew ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.   Li dijî biryara Şûraya Dewletê ji Komeleya Jinan a Starê ya Wanê bertek hat. Ji damezrînerên komeleyê Emîne Bozkurt, diyar kir ku biryara vekişînê ti wateya wê nîne û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Peyama didin civakê   Emîneyê diyar kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Tirkiye bi biryarên ku ji devê yek kesî derdikevin tê birêvebirin. Şûraya Dewletê bi vê biryarê peyama “Hûn çi bikin, çi qas hewl bidin jî ev kesê ji vî welatî berpirse wê biryar ya wî be” dide jin û civakê. Ev biryar Kaos e. Me îdia kir ku daraz serbixwe ye û divê wisa be. Lê eger Şûraya Dewletê vê biryarê bigire, tê wê wateyê ku serokê partiyeke siyasî heye ku destwerdana civakê, aborî, hiqûq û dadweriyê dike û biryar ji aliyê wî ve tê dayîn. Sedema ku me di Peymana Stenbolê de israr kir ew bû ku kesên tacîz û tecawiz kirine bên cezakirin. Tacîz û tecawizkar li gorî cil ûbergên xwe tên darizandin û 'cezayê' distînin. Em di Peymana Stenbolê de israr dikin ku pêşiya vê yekê bigirin.”   Biryar ne surprîz e   Emîneyê diyar kir ku li Tirkiyeyê hiqûq û daraz ne serbixwe ne û got ku ew ê li hemberî vekişîna ji peymanê gav paşde navêjin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Emîneyê diyar kir ku Tirkiye yekemîn welat e ku Peymana Stenbolê îmze kiriye û yê ku vekişiyaye jî Tirkiye ye û got ku ev biryar ji bo wan ne surprîz e. Emîneyê bi gotina “Em dizanin ku daraz ji aliyê kê ve tê meşandin” û da zanîn ku wan ev yek ji awayê rêveberiya Tirkiyeyê fêm kiriye. Emîneyê destnîşan kir ku ew ê weke jin li hemberî vê biryarê li ber xwe bidin û got, “Em ê têkoşîna jin û zarokan bidomînin. Dibe ku peymana Stenbolê bê betalkirin. Dibe ku Şûraya Dewletê red bike, lê em ê di hemû çalakî û xebatên xwe yên li ber qanûnê de her tim vê bi bîr bînin. Têkoşîna me ya jinan wê her tim  bidome."   'Em ê dev ji peymanê bernedin'   Emîneyê diyar kir ku wan dev ji Peymana Stenbolê bernedan û ji bo vê jî dê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me berê li hemberî biryara darazê li ber xwe da, niha jî em ê li ber xwe bidin. Têkoşîna me ya li dijî hiqûq û darazê wê xurtir bibe û bidome. Li Tirkiyeyê her roj 5 jin tên kuştin û kujerên hemû jinên hatine qetilkirin diyar in. Em ê hesabê vê li her derê bipirsin.”