Bersûc Onur Gencer bersiva pirsan bi awayekî zelal neda 2022-07-18 16:50:17   ÎZMÎR - Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir di rûniştina doza jê tê darizandin de bersivên pirsên jê hatin kirin bi awayekî zelal neda.    Çaremîn danişîna doza kujer Onur Gencer ku êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê berdewam dike. Piştî navberê, parêzeran îtîraz kir û xwestin ku mafê wan ê pirsan neyê binpêkirin. Serokê dadgehê jî îtîraz qebûl kir û biryar da ku pirs ji bersûc bên kirin.    Parêzeran pirsa; “Cihê ku tu lê bûyî te qet milîsên li gel Tirkiyeyê tevdigerin nas kirin an na?” kir û kujer Onur got; “erê.” Lê belê navên van kesan nedan.    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel pirsa; “Gelo çi hevalên we yên bi we re ji Sûriyeyê hatin hene yan na?” kir. Lê kujer Onur bersiva vê pirsê neda. Her wiha kujer Onur pirsên Ozkan ên weke “We fikrên xwe yên derheqê HDP û kurdan de çiqas bi Osman Tanriverdî re parve kirin”, “Hûn Gamze Açar nas dikin an na” bê bersiv hişt û bi hinceta “ewlekariya can” îtîrazî van pirsan kir. Li ser pirsa Ozkan a “Di hatin û çûna bajaran de we qet bi kesên ji Sûriyeyê nas kirin re têkilî danîn an na?” jî kujer Onur got; “Wê jî hûn bibînin.”     Parêzeran îtîraz kir ku kujer Onur bersivên zelal nedan Ozkan. Lê serokê dadgehê ev îtîraz red kir.     Piştre jî Ozkan pirsên “Hêzên ewlekariyê çiqas dem piştî binçavkirinê dest danî ser telefona we?” û “Di roja bûyerê de hinek dîmenên li ser hesabê we ya medyaya dîjîtal hatin jêbirin. Gelo ev kê jêbirin?” kir. Kujer Onur jî got ku wî ev dîmen jê nebirine. Li ser pirsa “gelo têkiliyeke we bi ulkucuyan re heye yan na” jî kujer Onur ev bersiv da: “Bi hemû kesî re heye. Tenê bi we re nîne. Ez xwe weke kesekê anarşîst pênase dikim.”     Serokê dadgehê îtîrazî pirsa parêzeran a “Kesekê hûn li Navenda Giştî ya MHP’ê nas dikin heye yan na?” kir. Ozkan got; “Tê îdiakirin ku we fermana vê êrişê raste rast ji Navenda Giştî ya MHP’ê girtiye. Em jî vê îdiayê lêkolîn dikin.” Piştre jî Ozkan wêneyeke civînê nîşanî Onur da û pirsa kesên di wêneyî de kir. Kujer Onur jî got; “Ez nas dikim lê nabêjim.”    Kujer Onur bersiva pirsa Ozkan a “Di axaftinên we yên whatsappê de xuya dibe ku hûn hewl didin têkildarî bûyerê erêkirin çêbibe. Madem we ev bi tena serê xwe kir, wê demê we çima hewcehî bi vê yekê dît?” neda û ji bo pirsa “We li Sûriyeyê qet milîtanên SADAT’ê nas kirin an na?” jî got; “Dibe.”    Dema di pirsa Ozkan de navê Abdullatîf Koçak derbas bûyî, kujer Onur  hinek sekinî û Ozkan sedema vê pirs kir. Li ser vê yekê jî Onur got; “Yên ku canê wan êşiyayî hûn in, bersiva wê jî hûn bibînin.” Li ser vê bersivê jî beşdaran bertek nîşan dan.    Kujer Onur dîsa gotinên nîjadperest dubare kir. Li ser vê yekê Yucel bi bîra kujer xist ku leşkerî nekiriye û pirsa “gelo hûn endamê yekîneyeke din a leşkerî bûn lewma we leşkerî nekir?” jî kujer Onur ev bersiv da: “Belkî erê, belkî jî na.”    Kujer Onur  bersiva pirsa “Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriyayî rewşa we ya jiyanî gelek baş bû. Gelo sedema vê çi ye” neda û piştre got ku ji derdora xwe hinek alîkariya madî girtiye.    Kujer Onur ji bo pirsa “hûn Gamze Açar nas dikin an na” bersiva “ewlehiya canê min nîne”dabû lê piştre bersiva “Ez wê nas dikim” da.     Piştre jî di navbera ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç û kujer Gencer de ev axaftin derbas bû:    Turkan Agaç: Kê hûn arastayî polîgana Îzmîrê kir?    Onur Gencer: Kesekî pêşniyar kir.    Turkan Agaç: Di kîjan sihbetê de pêşniyareke wiha hat kirin?    Onur Gencer: Dema em li ser çekê diaxiviyan.    Turkan Agaç: Hûn vî kesî nas dikin?    Onur Gencer: Na.    Turkan Agaç: We di 14’ê hezîranê de her 15 guleyên ji polîganê hilgirtibûn bi kar anîn? Te çi bi yên bi kar ne anî kir?    Onur Gencer: Hûn bersiva vê dizanin. Min avahiya we kir xwîn.”    Piştre jî ev pirs ji kujer Onur hatin kirin; “Hûn çiqas diçin polîganê?”, “Li polîganê lênûska qeydan heye yan na?”, “Ew lênûsk we tije kir an peywirdaran?”, “Navên kesên hûn li polîganê perwerde kirine çi ne?”, “Umut Işik derheqê pîşeya we de tu agahî dan we yan na?”, “Gelo Alîcan li Urganli ya Manîsayê pewerdeya taybet a çekan da we yan na?”, “Di dema van perwerdeyan de Oytun Yuksel li wir bû yan na?”, “We çima pirsên derheqê çekan de ji Îbrahîm Akil kirin” lê belê bersiv neda.    Li ser vê yekê jî Agaç got; “Hûn pirsên me weke ‘bersiv tune ye’ dibersivînin û ev jî nîşan dide ku têkiliya we bi rêxistinekê re heye.”     Di berdewamê de jî Agaç derheqê leşker Îbrahîm Akil de pirs kirin û ev axaftin hate kirin:    Turkan Agaç: Hûn Îbrahîm Akil ji hêla siyasî ve li ku derê dibînin?    Onur Gencer: Li cihê herî baş dibînim.    Turkan Agaç: Di axaftinên we yên bi Îbrahîm Akil de xuya dibe ku we ev bûyer bi hev re plan kiriye. We ev kengî plan kir?   Onur Gencer: Tu eleqeya wî pê nîne.    Turkan Agaç: Îbrahîm Akil dibêje ku hûn 3 mehan li Sûriyeyê ma ne. Gelo hûn man an na?    Onur Gencer: Na.   Turkan Agaç: Gelo hûn dizanin bê ka Îbrahîm Akil kengî çû Sûriyeyê?    Onur Gencer: Ez nizanim bê ka çûye yan na.    Turkan Agaç: Di van nivîsan de Îbrahîm Akil ji we re dibêje ku Recep Tayyîp Erdogan ji we re stîcîrî şandiye û hûn jî dibêjin; ‘Paşverû. Divê mirov wî jî bikuje. Tu bike ez ê li hundir li te binêrim.’ Gelo hûn dikarin qala vê bikin?    Onur Gencer: Tenê henekek bû.   Turkan Agaç: Gelo ma hûn nizanin ku sûîqesta li dijî serokkomarê vî welatî sûc e? Li gel ku emniyetê ev nivîs dîtine jî çima pirsa vê ji we nekir?    Onur Gencer: Wê pirsê ji emniyetê bikin.    Turkan Agaç: Nivîsên we yên bi Îbrahîm Akil re dema hûn di bin çavan de jî hêj li şûna xwe bûn. Xuyaye ku axaftin hatine jêbirin. Gelo dibe ku kesekê din ev nivîs jê biribin?    Onur Gencer: Nizanim.”    Piştî pirsên Turkan Agaç jî şandeya dadgehê heta saet 14.00’an navber da.