ATK’ê cara sisiyan rapora ‘dikare girtî bimîne’ da Aysel Tugluk 2022-07-14 13:05:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Aysel Tugluk diyar kirin ku ATK’ê cara seyêmîn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye miwekîla wan û diyar kirin ku wan li dijî raporê îtîraz kiriye.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bere û parlamentera HDP’ê ya bere siyasetmedara kurd Aysel Tugluk girtî ye û ji ber nexweşîna demansê rewşa wê giran e. Parêzerên Tugluk, derbarê miwekîla xwe de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Tugluk li girtîgehê dijî nexweşiya demnasê têdikoşe û ev demek dirêje nexweşîn û muayenekirina Tugluk didome.    Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku rewşa Tugluk ji nêz ve tê çavdêrkirin û dan zanîn ku gelek belgeyên wê ku nikare bi serê xwe bijî hene. Parêzeran di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek nû ya sêyemîn ji bo rewşa Aysel Tugluk hatiye xwestin û ATK’ê cara sêyemîn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye miwekîla wan. Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku rapor ji zanistê dûr e û agahiyên di raporê de hatine nivîsandin xwedî naverokak pûç e. Parêzeran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan li dijî rapora ATK’ê serî li dozgeriyê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye lê AYM xemsar tevdigere û tu deng jê nayê. Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku ew ê li dijî raporên ATK’ê û neheqiya li Aysel Tugluk tê kirin têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.