Fîgen Yuksekdag: Şêwaza dadger û dozgeran wekî ya Erdogan e 2022-06-10 15:48:30   ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku Doza Kobanê dozaeke dijhiqûqî ye û got, “Şêwaza dadger û dozgeran wekî ya Erdogan e.”    Danişîna 13’emîn a Doza Kobanê ku 22 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 8’emîn de li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn dozê birêve dibe.    Gelek parêzer û parlamenterên HDP’ê tevli danişînê bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî birêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêde kir dest pê kir.     Siyasetmedar û parêzeran li dijî îfadeyên şahidan û dozger parastin kirin.    'Ez heq hiqûq û edaletê dixwazim'   Ewilî endama MYK’a HDP’ê Zeynep Karaman axivî û got ew li dijî mutalayê ne û got: “Dema ez li vê mutalayê dinerim, şexs û taktîka AKP’ê tê de dibinim.” Zeynep destnîşan kir ku ew mutalaya dozger û îfadeyên şahidan ku derbarê wê de dane qebûl nake.    Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Pervîn Oduncu jî axivî û destnîşan kir ku ev doz bi nehiqiyek mezin dest pê kir û ev neheqî di şexsê wan de li dijî Gelê Kurd berdewam dike. Pervîn anî ziman ku ew heq, hiqûq û edaletê dixwaze.    Pişt re Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û behsa neheqiya dozê kir û got tene ne ew tevahiya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ji vê dozê aciz e.    'Dozger û dadger xwe dispêrin îqtîdarê'   Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya bere Fîgen Yuksekdag jî axivî û anî ziman ku di heyama ku doz pûç dibe de mutalayên nû tên û şahidên nû tên û dozger û dadger dixwazin bi vî awayî xwe li ser pêya bigirin. Fîgenê got dozger û dadger di vê dozê de xwe dispêrên siyaseta îktidarê. Fîgenê da zanîn ku wê di demek nêzîk de gunehê civaka Tirkiyeyê bi vê şandeya dadgehê û dadgerên Doza Kobanê were.    ‘Hûn wekî Erdogan û Bahçelî tevdigerin’    Fîgenê diyar kir ku tu aliyek vê dozê yê hiqûqî û qanûnî nîne û wiha got: “Qayde û rêbaza vê dozê siyasî ye. Qaydeya hûn di dozê de bikar tînin û rêbaza we siyasî ye. Zimanê we parelelî zimanê Erdogan û Bahçelî ye. Bahçelî siyasetmedarê şaneşînê ye. Sê rojan nikare di van hefsan de bimîne. Tenê dizane bi hefsan gefê li mirovan bixwe. Ji destêpêkê ve heta niha xebatên me yên siyasî tên darizandin. Xebatên hevalên me tên darizandin. Hûn ew şande ne ku ji aliyê îktidarê ve hatine wezîfedarkirin. Hûn ji ber sedemên siyasî li vir in û îradeya me tune dihesibînin.”   Heyeta dadgehê navber da danişînê.