Di doza qetlîamê ya malbata Îzol de biryara girtinê hat dayîn 2022-06-09 12:30:26     RIHA - Di 11'emîn daneşîna doza qetilîama li ser malbata Îzol de, derbarê Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol ên ku hatibûn tahliyekirin de careke din biryara girtinê hat dayîn.   Li gundê Çeltika Siwêrega Rihayê di 15’ê hezîrana 2019’an de di navbera malbatan de şerê “nelihevkirina erdan” derketibû. Malbata Parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol, êrişî ser malbata Serdar Îzol kiribû. Di encama êrişê de ji malbata mexdûr Meral Îzol û lawê xwe Mûsa Serhat Îzol, Hakki Îzol û Zozan Îzol hatibûn kuştin. Di 1’ê hezîranê de danişîna 11’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê ya 2’yemîn hatibû dîtin. Derbarê bersûc Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol de biryara berdanê hatibû dayîn. Dozger îtirazî biryarê kir û ji nû ve biryara girtina Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol hat dayîn.    Mehmet Metîn Îzol ê di bûyerê de dayika wî Meral û birayê wî Mûsa Serhat Îzol hatin qetilkirin û ew jî birîndar rizgar bûbû, duh li gundê Çeltikê hat binçavkirin. Îzol ji aliyê Dadgeha Rihayê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Siwêregê.    Hat zanîn ku Serhat Ferman Îzol ê derbarê wî de ji nû ve biryara girtinê hat dayîn, nehatiye girtin û biryara girtina wî didome. Hat îdiakirin ku beriya biryara girtinê xeber dane Serhat Ferman Îzol û xwe veşartiye.    Danişîna 12’yemîn a dozê taloqî 5’ê cotmehê hat kirin û dê li Dadgeha Aksarayê were dîtin.