Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hat dayîn 2022-06-08 13:28:25     AMED - Ji bo dosyaya rojnamegerên hatine binçavkirin biryara bisînorkirinê hate dayîn. Parêzeran biryara dadgehê xwestin lê belê bi hinceta ku “lêgerîn û binçavkirin berdewam in” hat redkirin.    Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinê de Gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel û Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Feynaz Koçuk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê hat binçavkirin.      Ji bo dosyaya rojnamegerên hatine binçavkirin biryara bisînorkirinê hate dayîn. Parêzeran biryara dadgehê xwestin lê belê bi hinceta “lêgerîn û binçavkirin berdewam in”, ev daxwaz hate redkirin.