Doza Peymana Stenbolê: Ji bo jin bijîn wê têkoşîn bidome 2022-06-07 13:19:55     ENQERE - Parêzer Mujde Tozbey li ser navê Komeleya Jinan û Pêşî Zarok Peymana Stenbolê parast got:"Kujer dewlet e. Lê ji bo jin bijîn wê têkoşîn bidome."   Danişîna koma duyemîn a serlêdanên têkildarî nêzî 200 dozan ku li dijî biryara vekişînê ya 20’ê Adara 2021’ê a li dijî Peymana Stenbolê ya bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li Şûraya Dewletê dest pê kir.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP, CHP’ê, gelek sazî û rêxistinên di qada mafên zarok û jinan de xebatê dimeşînin û jinên ji her çar aliyê Tirkiyeyê hatin beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de ewilî li ser navê Komeleya Jinan û Pêşî Zarok parêzer Mujde Tozbey mafê axaftinê girt. Mujde, bi lêv kir ku bi malbatên ku serî li komeleya wan dane ve hatine û malbatên li eywana dadgehê yek bi yek hejmartin.    'Kujer dewlet e'   Mujde, qala berpirsyartiya dewletê ya di komkujiya jinan de kir û wiha got: “Ya ku van jinan dikuje ewilî dewlet e. Tevî ku peyman hebû jî jin hatin kuştin, ji ber vê yekê em dibêjin dewletê berpirsiyariya xwe bi cih neanî. Dewletê peyman îmze kir lê heke nikare biparêze berpirsyar dewlet e. Belê me got ku kujer dewlet e. Gelo wê berpirsyartiya jinên ku dijîn kî yê bigire ser xwe? Belê em parastinê dikin lê em dizanin ku îro em di dozeke siyasî de ne.” Kesên li eywanê ji bo axaftina Mujdeyê li çepikan dan.    Dûre li ser navê komeleyê Doç. Dr. Ozge Yuce û parêzer Hulya Gulbahar jî axivîn û xwestin biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin.    Danişîn bi parastina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan didome.