Di doza Nûrsel Aydogan de biryara AÎHM'ê paşguh kirin 2022-06-07 12:26:19     AMED - AÎHM'ê têkildarî rakirina destnedayina Parlamentera HDP'ê ya berê Nursel Aydogan û darizaninda wê biryara binpêkirina mafan dabû. Lê belê dîsa jî daxwaza sekinandina darizandina Nurselê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.    Destnedayina Parlamentera HDP'ê ya berê Nursel Aydogan di 2016'an de hatibû rakirin û bi idiaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Rûniştina doza Nurselê jê tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nurselê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Nurselê Abdulkadir Guleç li rûniştinê amade bû.    Parêzer Abdulkadir Guleç bi bîr xist ku AÎHM'ê têkildarî rakirina destnedayina Parlamentera HDP'ê ya berê Nursel Aydogan û darizaninda wê biryara binpêkirina mafan dabû û xwest biryara girtinê ya muwekîla wî bê rakirin.    Meqama idiayê xwestina xistina dozê û rakirina biryara girtinê red kir.    Şandeya dadgehê herdu daxwazên parêzer red kir, biryara AÎHM'ê paşguh kir û rûniştin taloqî 6'ê Kanûnê kir.