Daneşîna Doza Leyla Guven hat taloqkirin 2022-06-06 13:25:32   AMED - Ji bo doza ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi îdaya "propgandaya rêxistinê kiriye" jê tê darizandin dê mutala bê madekirin.   Daneşîna Doza Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku jê bi îdaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê darizandin hat dîtin.  Leya ji ber ku Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) a Girtîgeha Xerpêtê ya Jinan xirabe bû nikaribû têkilî bi dadgehê re dayne.   Parêzerê Leylayê Serdar Çelebî ku li daneşînê amade bû, diyar kir ku makamê îdayê yê ku dibê di vê daneşînê de mutalaya xwe radestî dadgehê bikira nekiriye û got ku ew ê piştî mutala bê radestkirin parastinê bike.    Heyeta dadgehê jî hem ji ber rewşa SEGBÎS'ê û hem jî ji ber ku mutala ne amade bû daneşîn taloqî4'ê Tîrmehê kir.