Cihê ku divê Ahmet Davutoglu lê biaxive eywana dadgehê ye 2022-06-01 14:51:18     RIHA - Di daneşîna Doza Pirsûsê de ku daneşîn bi darizandina gûmanbarên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali berdewam kir Çagla Seven got, "Komkujiyeke ku çarenûsa Tirkiyeyê diguhere tê kirin. Lê tu gûmanbar neanîne daneşînê. Ahmet Davutoglu li her derê diaxive. Lê cihê ku divê lê biaxive eywana dadgehê ye."    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê, ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî komeke ciwanên sosyalîst ku dixwestin pêlîstokan bibinê Kobanê êrişeke bombeyî pêk hat. Di komkujiyê de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan. Duyemîn danişîna doza derbarê bersûcên fîrar ên komkujiyê Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî de di saetên serê sibehê de li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê ku li Kampûsa Girtîgeha Hewagê hatiye avakirin dest pê kir. Di danişînê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl daxwaz kirin ku mudaxîlî dozê bibin.    Piştî vê daxwazê malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û kesên ku di komkujiyê de birîndar bûbûn axivîn.    'Divê Ahmet Davutoglu hesap bide me'   Keça Îsmet Şeker ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Yagmûr Şeker, xwest ku Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû bê dadgehê hesab bide wan û wiha got: "Wê bê li dadgehê her tiştî ji me re bibêje. Bi bultena sor li Îlhamî Balî digerin lê wî naynin. Werin hesab bidin me. Em ê ji bo Pirsûsê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin. Em dev ji vê dozê bernedin. Hevjîna Cemîl Yildiz ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Sûltan Yildiz jî got ku edaletê dixwazin û ev tişt anî ziman: "Tu bersûc nehat darizandin. Ne tenê Yakûp Şahîn gelek faîl hee. Bila heyeta dadgehê van faîlan bîne. Bavê Çagdaş Aydin ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Fetî Aydin jî ev tişt got: "Sûcê zarokên me dirêjkirina destê alîkariyê yê ji bo kesên ku mala wan hatibû hilweşandin bû? 33 mirov hatin kuştin û niha kursiyê bersûcan vala ye. Çima qeydên qamereyan hatin jêbirin? Bila destên qirêjî derkevin holê."   Piştî xizmên qurbaniyan Koray Turkay, Çagla Seven û Kenan Yildizerler ku birîndar ji komkujiyê xelas bûbûn jî axivîn û bertek nîşanî hewlesta heyeta dadgehê ya ji bo dozê dan.    'Daxwazên me yên mudaxilbûnê nayên qebûlkirin'   Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş jî ku tev i danişînê bû mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Daxwazên me yên mudaxîlbûnê bi salan e nayên qebûlkirin. Doz ne tenê ya malbatên 33 ciwanan e. Divê darizandin ji hemû aliyan re vekirîbe. Divê daxwaza mudaxîlbûnê ya hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bêqebûlkirin. Ew aliyên dozê ne. Di pêvajoya darizandinê de gelek delîl pêşkêşî dadgehê hatin kirin û derket holê ku organîzasyoneke çawa ye. Îlhamî Balî çawa li Îblîba ku di bin kontrola Tirkiyeyê de dimîne? 7 sal in em têkoşîna edaletê didin. Ji bo Rojava dîsa amadekariya şerê dagirkeriyê tê kirin. Li dijî êrişan 7 sal im me serî netewandiye û em ê ji bo vê têbikoşin. Divê herkes li dijî çûna zarokên xwe ya şer gotin bibêje."    Heyeta dadgehê navber da danişînê.