Tevî biryara DMME'yê Gulser Yildirim nehat berdan 2022-05-27 13:57:54   MÊRDÎN - Di doza ku Parlamentra HDP’ê ya berê Gulser Yildirim girtî tê darizandin de tevî biryara DMME'yê Gulser Yildirim nehat berdan.   Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ji ber axaftinên di navbera 2012-2016’an de kiriye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” girtî tê darizandin. Danişîna 16’emîn a doza Gulser li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 3’yemîn hat lidarxistin. Gulser bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan ku lê girtî ye tev li danişînê bû. Parêzerê Yildirim Erdal Kuzu jî li eywana danişînê amade bû. Ji bo dozê şandeyek demborî hat wezîfedarkirin û danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Hat dîtin ku nivîsa Wezareta Dadê têkildarî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê girtin û darizandina parlamenterên HDP’ê de dabû hat dadgehê.    Gulser diyar kir ku ji ber roja hevdîtinê ye ew ê parastina xwe neke û ji bo parastinê dem xwest.    Piştre parêzerê wê Erdal Kuzu axivî û diyar kir ku DMME’yê derbarê parlamenterên HDP’ê û miwekîla wî Gulser de biryara binpêkirinê daye û xwest darizandina miwekîla wî tavilê were sekinandin û doz were betalkirin.    Dozger biryara da ku Gulser girtî bê darizandin û piştî ku mutalaya xwe temam bike dê pêşkêşî heyeta dadgehê bike.    Dadger diyar kir ku ew ê danişînek din daxwaza Erdal Kuzu binirxîne. Dadger biryara dewama girtina Gulser da û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.