AYM'ê Aysel Tugluk mafdar dît 2022-05-25 11:58:01     ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di serlêdana girtiya nexweş siyasetmedara Aysel Tugluk de biryara binpêkirinê da.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di serlêdana girtiya nexweş siyasetmedara Aysel Tugluk de biryara binpêkirinê da. Ji ber ku di 8'ê cotmeha 2010'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tev li civîneke ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûbû, doz li Aysel hatibû vekirin û di dozê de derbarê wê de biryara taloqkirina peyketinê û ji bo 3 salan kontrola edlî hatibû dayîn. Parêzerên Aysel, vê biryarê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê îtîraz kiribûn û dadgehê îtîrazê red kiribû. Li ser vê parêzeran serî li AYM'ê dabû.    AYM'ê serlêdanê qebûl kir û diyar kir ku bi biryara taloqkirina peyketinê û kontrola edlî ya ji bo 3 salan a derbarê Ayselê de "mafê wê yê azadiya ramanê, civîn û meşê" hatiye binpêkirin. AYM'ê her wiha biryar da ku Aysel ji nû ve bê darizanin û 13 hezar û 500 TL tazmînata menewî jê re bê razandin.    AYM'ê beriya çend rojan serlêdana Aysel ku ji bo girtina wê ya duyemîn di doza Kobanê de hatibû kirin bêyî "di esasê de lêkolîn" bike red kiribû.    Parêzera Aysel Reyhan Yalçindag, biryara ku hatiye dayîn nirxand û ev tişt got: "Di serlêdanên biesas de biryara redê didin û di mijarê hêsan de jî biryara binpêkirinê didin û dixwazin çav girê bidin."