Hevseroka Bajêr a DBP'ê Seval Gulmez tahliye bû 2022-05-18 14:27:56     AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez di 4'emîn daneşîna doza ku bi îdaya "endamtiya rêxitinê" jê girtî dihat darizandin tahliye bû.     Daneşîna 4'emîn a Doza ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seval Gulmez bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Seval ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêyêa Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû parêzera wê Cemîle Turhalli Balsak li jî li daneşînê amade bû.   'Çalakiyên ku mijara sûc hatine nîşandan demokratîk in'   Sevalê derbarê dosyayên xwe yên ku hatibûn yek kirin de, îdayên derbarê xwe de qebûl nekirin û diyar kir ku ew siyasetmedar e û di heman demê de endama Komeleya Mafên mirovan e.  Sevalê diyar kir ku çalkiyên wekî sûc jî di doyasyê de cih digirin ên demokratîk in.   Makamê îdiayê di mutalaya ku da de xwest ku Seval girtî bê darizandin.   Parêzerê Seval Cemîle Turhalli  Balsak jî got ku wan derbarê mijarê de serlêdan kirin û dixwazin ku muwekîla wan bê berdan.   Heyeta Dadgehê ku piştî navberekê biryara xwe aşkera kir, biryar da ku Seval bi şertê kontrola edlî bê tehliyekirin.    Dadgeha ku sevalê tahliyekir daneşîna piştî vê jî taloqû 19'ê Cotmehê kir.