Danişîna doza Fîgen Aras hat taloqkirin 2022-05-13 14:14:42   AMED - Danişîna doza endama Akademiya Jinan Fîgen Aras taloqê 21'ê îlonê hat kirin û daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî jî ji hêla heyeta dadgehê ve hat redkirin.    Hat îdiakirin ku Hîcran Berna Ayverdî derbarê 800 kesî de îfade daye û hatiye belgekirin ku tiryakê kişandiye û hişê wê ne li serê wê ye. Hîcran a ku ji Qanûna Poşmantiyê sûd wergirtiye û cezayek hindik lê hat birîn û pişt re hat berdan li ser endama Akademiya Jinan Fîgen Aras jî îfade daye. Danişîna doza Fîgen Aras li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 10’emîn pêk hat.    Fîgen Aras û parêzera wê Rûşen Seydaoglu di danişînê de amade bûn. Îtîrafkar Hîcran jî jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Hîcran, îdia kir ku Fîgen Aras di “Meclisa KCK’ê ya Tirkiyeyê” de wezîfedar e û Fîgen van xebatan di bin navê “kooperatîfiyê” de bi rê ve biriye.    Fîgen jî li dijî îdiayên îtîrafkarê da zanîn ku wê tu carî di xebata kooperatîfiyê de cih negirtiye û wê li Komeleya Jinan a Cerenê ku di bin banê Şaredariya Peyasê de bûye rêveberî kiriye.     Parêzer Rûşen Seydaoglu jî li dijî beyanên Hîcranê parastina miwekîla xwe kir û destnîşan kir ku îfadeyên  Hîcranê ji “îdiayên razber” pêk tên û wiha got: “Şahid derbarê bi sedan kes de îfade daye. Di hin serdeman de tiryakê kişandiye. Tenduristiya hiş ango aqil a şahid ne li cih û belgeyên vê yekê jî hene. Tu palpiştiya beyanên şahidê tune ye. Ez dixwazim miwekîla min ji danişîna bê rizgarkirin. Ez dixwazim şertê kontrola edlî ya miwekîla min bê rakirin.”    Dozger daxwaza Rûşen Seydaoglu red kir û ji bo mutalayê amade bike xwest dosye jê re bê şandin.    Heyeta dadgehê daxwaza ku Fîgen Aras ji danişînan bê rizgarkirin qebûl kir û biryara redkirina rakirina tedbîrên kontrola edlî da û danişînê taloqî 21’ê îlonê kir.